04:36 16 Kanûn 2017
Zindî
    Cizîr

    'Di serî de Kurdan, her kesî Şirnex ji bîr kiriye!'

    © Sputnik. Ömer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê Emirhan Uysal diyar kir ku qedexeya derketina derve ne di rojeva kesî de ye û ew yek jî dibe sebeb ku bi deh hezaran kes her roj mexdûr û bêçare bimînin.

    Omer Farûk Baran

    Amed — Li bajar û navçeyên kurdan qedexeyên derketina derve dewam dikin. Her çiqas dewleta tirk ragihand ku li navçe û bajaran operasyon bi dawî bûne, hê jî li bajarekî û 6 navçeyan qedexeya derketina derve heye. Mintiqayê ku qedexe herî zêde lê heye Şirnex e. Li navenda Şirnexê ji 14ê Adarê vir ve qedexeya derketina derve dewam dike û li her sê navçeyên wê; Cizîr, Sîlopya û Hezêxê jî bi şev qedexeya derketina derve heye.

    Di derbarê qedexeya derketina derve de Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê Emirhan Uysal ji Sputnikê re axivî û balkişand ser ku qedexeya derketina derve ne di rojeva tu kesî de ye.

    'QEDEXE NE DI ROJEVÊ DE NE'

    Emirhan Uysal got: "Em nizanin ew qedexe dê heta kengî dewam bikin. Mixabin ew qedexe ne di rojevê de ne niha. Dewleta tirk ew kesên li dijî van qedexeyan dengê xwe bilind dikirin hemû girtin. Deng ji kesî dernakeve êdî. Ew mehek e di ser riya çapemeniyê re em dixwazin banga Şirnexê bînin rojevê lê kes êdî guh nade Şirnexê."

    Hin ji wan çadiran de li derdora Şirnexê bi qasî 10 hezar kes bi cî bûne û 60 hezar kes jî çûne li bajarên derdor û dûrî Şirnexê bi cîh bûne.

    Uysal li ser koçan got: "Miletê Şirnexê bela wela bû. Çûn li Amedê, Sêrtê, Îzmirê, Mêrsînê, Stenbolê bi cî bûn. Bi vê wêranî û koçê re aboriya Şirnexiyan tevde têk çû. Heyama dibistanan dest pê kir lê perwerdahî jî tune. Tenê li du sê gundên Şirnexê dibistan vekirî ne. Bi her awayî neheqîyeke mezin heye li Şirnexê, di serî de kurdan herkesî Şirnex ji bîr kiriye. Tiştek jî ji dest me nayê û em ji vê yekê gelek aciz in."

    'DÊ LEŞKERAN EZ BIKUŞTAMA'

    Uysal herwiha diyar kir ku ji ber ku wî xwestiye bikeve Şirnexê eskeran xwestiye wî bikujin. Uysal got: "Me du caran hewl da em di Şirnexê kevin lê leşkerên dewleta tirk destûr nedan. Komeleya me komeleya mafên mirovan e û ez parêzer im lê leşkerên berê sîlehan dan me û xwestin me bikujin. Em jî ji neçarîyê vegeriyan."

    Li gorî qeydên Maseya Enformasyonê ya HDP ji Tîrmeha 2015an vir ve di şer û pevçûnan de li Şirnexê 95, li Hezexê 72, li Sîlopyayê 68, li Cizîrê jî 291 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê polîsan girt ser malekê: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
    14 kes li Cizîrê hatin destesrkirin
    Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret serbest hate berdan
    7 kes li Şirnexê hatin desteserkirin
    Li Şirnexê teqîn: "Leşkerek hat kuştin û 5 jî birîndar
    Li Şirnexê şer derket: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
    Li Şirnexê tevgera firokeyan
    Girtiyên girtîgeha Şirnexê dest bi gireva birçîbûnê kirin
    Etîketan:
    her kes, ji bîr kirin, Kurd, Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê, Emirhan Uysal, hezex, Silopî, Îzmîr, Sêrt, Şirnex, Cizîr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de