15:37 18 Kanûn 2017
Zindî
    Balafira F-16

    Sûriye: Em ê balafirên Tirkiyeyê yên qada me derbas bikin, bixînin

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Artêşa Sûriyeyê daxuyand ku eger balafirên şer ên Tirkiyeyê qada hewayî ya wan derbas bike wê wan balafiran bixînin.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Sûriyeyê piştî ku Tirkiyeyê duh di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de li hemberî bakurê Sûriyeyê operasyon lidar xist daxuyaniyeke da û di daxuyaniyê de got:

    "Ger ku balafirên şer ên Tirk careke din qada hewayî ya Sûriyeyê îhlal bike wê hemû derfet werin bikar anîn û ew balafir wê werin daxistin."

    'DI OPERASYONA HEWAYÎ YA TIRKIYEYÊ DE 150 SIVÎLAN JIYANA XWE JII DEST DA'

    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Tirkiyeyê şeva çarşemê li hemberî bajarokên Kurdan operasyona hewayî lidar xistiye û di encamê de 150 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

    Di daxuyaniya Artêşa Tirk de hatibû diyar kirin ku li bakurê Sûriyeyê (Rojava) li hemberî 16 hedefên li herêma di bin kotrola YPGê de 26 bombe hatine avêtin û di encama operasyonê de 160-200 YPGyî hatine kuştin. Fermandarê YPGê Mahmûd Barkadan ê ku ji APê re axivî, ragihandibû k udi encama wan bombeyan de tenê 10 YPGyî jiyana xwe ji dest dane.

    Etîketan:
    derbaskirin, qada hewayî, Fermandarê YPGê, Artêşa Sûriyayê, Artêşa Tirkiyeyê, Mahmûd Barkadan, Sûriye, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de