02:07 21 Hezîran 2018
êzidî - jin - komkujî - qetliyam

DAIŞ bi sedan jinên êzidî ji Mûsilê direvîne Reqqayê

© REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirova (HRW) daxuyand ku DAIŞ a ku li Mûsilê hêdî hêdî têk diçe bi sedan jinên êzidî yên di dest wan de dîlgirtîne dibin bajarê Reqqa ya Sûriyeyê.

Navenda nûçeyan - Li gorî agahiyên berdest DAIŞ bi sedan jin û zarokên êzidî yên ku ji herêma Şingalê revandibûn bi wesayetan direvîne Reqqayê. Li gorî zanyariyên ku HRWê ji çavkaniyên saxlem yên ji herêmê girtiye DAIŞa ku ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê dike kontrola xwe ya li herêmê winda bike bi sedan jinên êzidî ku di sala 2014an de di destê wan de dîlgirtîne bi wesayetan direvîne Reqqayê.

BI SEDAN MALBAT GIHIŞTIN REQQAYÊ

HRW amaje kir ku ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha bi sedan malbatên DAIŞiyan gihiştine Reqqayê û reva wan ya ber bi Reqqayê jî didom e.

DAIŞ di sala 2014an de bi hezaran Xiristiyan û Êzidî qetil kir û bi sedan jin û zarokên êzidî jî dîl girt.

Bi heman mijarî:

"Ciwanên êzidî amade ne û li benda fermana Barzanî ne"
Keça Êzidî Nadya Mûrad bû Balyoza Niyetpak a NYyê
Rêxistina Efûyê: Jina Êzidî ya bi tohmeta alîkariya DAIŞê ve hatiye girtin serbest berdin
Parlementerê kurdê êzidî cara 5an hat hilbijartin
“Heşda êzidî û PKK dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin”
Jinek din a Êzidî ji DAIŞê hate rizgarkirin
Etîketan:
hwr, dîlgirtin, jinên êzidî, daiş, şingal, mûsil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de