03:37 14 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    DAIŞê li Mûsilê bi wesayeta bombebarkirî êrişî Pêşmergeyan kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Terorîstên DAIŞê li bajarê Mûsilê bi wesayetek bombebarkirî êrişî Hêzên Pêşmerge kir ku di encamê de gelek Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û bi dehan Pêşmerge jî birîdar bûn.

    Mûsil — Terorîstên DAIŞê îro di dema kontrolkirina gundê Naweranê de bi sê wesayetên bombebarkirî xwestin êrişeke mezin pêk bînin. Hêzên Pêşmerge yên ku vê yekê ferqkirin 2 wesayet teqandin lê wesayeta mayî xwe di nava hêzên Zêrevanî û Tabûra 7. û 1. ên hêzên 80ê de teqand.
    Di encama êrişê de gelek Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî birîndar bûn. Herwiha hat amajekirin ku terorîstên DAIŞê bi 5 wesayetên din ên bombebarkirî dixwast ku li hember Pêşmergeyan êrişên mezin pêk bînin lê ev êriş ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate pûçkirin.

    Navên hin Pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
    Zahîr Salih, Ebdullah Hisên, Serdar Biradostî, Derbaz Nîmet, Karox Selam, Şaxewan Mistefa, Reyîs Hisên Muhacir, Hesen Merûf, Mistefa Gorûnî.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge 10 gund rizgarkirin û 3 kîlometro nêzî Mûsilê bûn
    4 rojnamevan û wênegir di şerê Mûsilê de birîndar bûn
    Ji leşkerên amerîkî yên ku tevlî operasyona Mûsilê bûne dîmênên pêşî
    ‘Li Mûsilê 6 hezar çete hene'
    Votel: Bidawîbûna operasyona Mûsilê dibe ku bi mehan bajo
    Yekîtiya Ereban û Îran jî wê beşdarî civîna Mûsilê bibin
    Etîketan:
    êrişa xwekujî, êriş, daiş, pêşmergeyên kurdistanê, mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de