22:35 18 Hezîran 2018
Elî Ekber Welayetî

Şêwirmendê Xemaney: "Ji xeyrî Iraqê pê ve tu welat nikare tevlî operasyona Mûsilê bibe"

© AP Photo / Ebrahim Noroozi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney Elî Ekber Welayetî qesta Tirkiyeyê kir û ragihand ku ji xeyrî hêza Iraqê pê ve tu welat nikare tevlî operasyona Mûsilê bibe.

Navenda Nûçeyan — Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney û di heman demê de Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Îranê Elî Ekber Welayetî di çarçoveya operasyona Mûsilê de qesta Tirkiyeyê kir û ragihand ku ji xeyrî hêza Iraqê pê ve mafê welatî tuneye ku tevlî operasyonê bibe. Îran jî rasterast tevlî operasyonan nebûye.

ÇAVÊ HINEK WELATAN DI AXA IRAQÊ DE HEYE

Li gorî nûçeya ajansa Tasnîma îranî, Elî Ekber Welayetî di axaftina xwe de gotiye: "Hinek welat bêyî ku destûra Iraqê bistînin hezeke leşkerî şandine. Ev li dijî qaîdeyên navneteweyî ye. Ev welat ji bo ku pêşerojê bikaribin daxwaza mîratê bikin ketine nava hewldaneke wiha. Heta niha Îranê di vê mijarê de qet mûdaxele nekiriye. Tehran di mijara Mûsilê de piştgiriya şêwirmendî dide rêvebiriya Bexdayê û ev daxwaz jî ji wan hatiye."

BER BI BEXDAYÊ VE BI RÊ KET

Welayetiyê ku di heman demê de Sekreterê Giştî yê Kongreya Şiyarbûna Îslamî ya Navneteweyî ye ji bo ku tevlî Konseya Bilind a Foruma Kongreyê ya 9emîn bibe ber bi Bexdayê ve bi rê ket. Welayetî li ser vexwendina Serokê Konseya Bilind a Îslamî ya Iraqê Ammar Hekîm çû Bexdayê û ji gelek deverên cihanê jî dê kesayetên girîng di civînê de amade bibin.

Bi heman mijarî:

Xamaney: "Armanca DAIŞê têkbirina dewleta Îranê ye"
Xamaney:'Em baweriyê bi iblîsên Amerîka û Brîtanyayê nayînin'
Ayetullah Şîrazî:'Xamaney, bi Hz. Mehdî re di nava têkiliyê de ye'
Xamaney, Amerîkayê hişyar kir
Rêberê Îranê Elî Xamaney, ji rêbêrtiyê tê avêtin
Etîketan:
Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê, Hebûna Artêşa Tirk li Baregeha Başîqayê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Elî Ekber Welayetî, Iraq, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de