15:07 12 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    YPG: 'Tenê 2 şervanên me birîndar bûne'

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    YPGê, îdiayên Artêşa Tirk derewand ku digot, YPGê topên hewanê avêtiye nav xaka Tirkiyê. Li gorî daxuyaniya YPGê di êrîşa Artêşa Tirk a li ser Kantona Efrînê du şervanên wan birîndar bûne.

    Navenda Nûçeyan — Fermandariya Giştî ya YPGê bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên Artêşa tirk da. YPGê di daxuyaniya xwe de behsa êrîşên Artêşa tirk ên li ser herêma Şehbayê û gundên Kantona Efrînê dike û dibêje ku, "Tirkiyê bi bomberana gundên Um Hoş, Um Qura, Hesiyê û Bendava Şehbayê piştgiriya çeteyên DAIŞê dike."

    YPGê bersiva daxuyaniya Artêşa tirk da ku digot, ‘YPGê topên hawanê avêtiye nav xaka Tirkiyê'. Li gorî daxuyaniya YPGê ″Dewleta Tirk vê hincetê ji bo ku topbarana xwe ya li Kantonê rewa bike, bikar tîne. Ev îdîayên Tirkiyê dûrî rastiyê ne.″

    Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tirkiyê ji aliyekî ve erdê Kantona Efrînê dagir dike, ji aliyekî din ve jî gundên Kantonê topbaran dike û wiha dewam kir: ″Tirkiyê Şevê din gundên Mele Xelîl, Meydan Ikbis, Hemam, Dêr Belût topbaran kirin û noqteyên hêzên me yên li gundê Dêr Belût, hedef girtin. Di encamê de, du şervanên me birîndar bûn."

    Fermandariyê di berdewamiya daxuyaniyê de aşkere dike ku ew ê li hember çeteyên DAIŞê, piştgiriya Hêzên Şoreşger (Ceyş El Siwar) bikin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ger koalîsyon pêşî li êrişên Tirkiyeyê negre, em ê wan wekî hevkarê êrişan bihesibînin'
    Rayedarên Kantona Efrînê: Di bombebarana artêşa tirk de ti kes nemiriye
    ‘Êrîşên leşkerên tirk li Rojava û Herêma Kurdistanê bidin sekinandin'
    Artêşa tirk: YPG bi topên hawanê êrişî Tirkiyeyê kir
    Topbarana artêşa tirk li Kantona Efrînê berdewam dike
    Artêşa Tirkiyeyê êrişî YPGê kir: 160 kuştî
    Etîketan:
    topbaran, êrîş, Hêzên Şoreşger (Ceyş El Suwar), Artêşa tirk, Fermandariya Giştî ya YPGê, Şehba, Bendava Şehbayê, El Hesiya, Um-el-Qura, Um Xoş, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de