06:23 13 Kanûn 2017
Zindî
    Heleb

    Nûçegihanên RTyê li Helebê di binê xeta şer de man

    © AP Photo/ Monica Prieto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Behnvedana însanî ku li bajarê Helebê artêşa Sûriyeyê û Hêza Hewayî ya Rûsyayê navber dabûn operasyonên xwe nûçegihanê Russia Todayê (RT) di binê xeta şer de man.

    Navenda Nûçeyan — Behnvedana însanî ku li bajarê Helebê artêşa Sûriyeyê û Hêza Hewayî ya Rûsyayê navber dabûn operasyonên xwe nûçegihanê Russia Todayê (RT) di binê xeta şer de man.

    Dema nûçegihanên Russia Todayê li Helebê di korîdorekê de ku ji bo derbasbûna sivîl û mûxalifên çekdar hatibû vekirin dîmên digirtin ketin nava xeteke şer. Demek berê jî dîsa sivîlên ku dixwestin ji Helebê derkevin rastî êrişa çekdarî ya milîtanên terorîst hatibûn.

    JI BO DERBASBÛNA SIVÎLAN 6 Û MILÎTANAN JÎ 2 KORÎDOR HATIN VEKIRIN

    Behnvedana însanî ku ji bo derketina xelkê sivîl û milîtanên muxalif hatibû plankirin îro sibehê seet 08.00an kete meriyetê. Ne artêşa Sûriyeyê û ne jî Hêza Hewayî ya Rûsyayê li Helebê hetanî 11 seetan wê operasyonan pêk neynin.

    Li Helebê ji bo vekişandina xelkê sivîl 6 û ji bo milîtanên mûxalif jî 2 korîdor hatin vekirin. Lê milîtanên muxalif bi çekan êrişî korîdorên sivîl dikin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Tenê Rûsya û NY bi rewşa li Helebê ve mijûl dibin
    Kremlîn: "Em dikarin bêhnvedana însanî ya Helebê dirêj bikin"
    Fetîh el Şam sivîlên ku dixwazin ji Helebê derkevin dide ber guleyan
    Li Helebê bêhnvedana însanî ku wê 11 seetan bidome dest pê kir
    Kremlîn: Pûtîn û Esad di derbarê Helebê de axivîn
    Etîketan:
    Rojnamevan li Helebê di binê xeta şer de man, Nûçegihanê Russia Todayê (RT), Ragihandina bêhnvedana însanî, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de