23:51 13 Kanûn 2017
Zindî
    HSD

    Hêzên Şorşeşger derbarê êrîşên Tirkiyeyê de daxuyanî da

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Şorşeşger derbarê êrîşên Artêşa Tirkiyeyê li ser hêzên wan li herêma Şehbayê ya Helebê de daxuyaniyek da û tê de ragihand ku 15 endamên wan jiyana xwe ji dest daye û 26ên din birîndar bûne. Herwiha diyar kir ku 4 sivîlan jî di wan êrîşan de jiyana xwe ji dest daye û 13ên din birîndar bûne.

    Navenda Nûçeyan — Hêzên Şoreşger ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Eşîran, Eniya Parastina Jinan a Şehbayê, Eniya Kurdan(cebhet El-Ekrad) û Lîwaya Bakura Demokratîk pêk tên derbarê êrîşên Artêşa Tirkiyeyê û endamên ASAyê li ser hêzên wan daxuyaniyeke hevbeş da û wan tê de bal kişand ser wê yekê ku Artêşa Tirkiyeyê leşkerên ASAyê qet hewl nedaye şerê DAIŞê bikin û wiha got:

    "QET NIYETA TIRKIYEYÊ TINE, ÊRÎŞÎ DAIŞÊ ŞER BIKE"

    "Ev 6 meh in ku hêzên me şerekî vekirî li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst dimeşîne ta ku herêmeke ewle ji sivîlên direvin cihên rizgarkirî dabîn bike. Ji wê çaxê de me qet nedîtiye ku hêzên Tirkiye piştgiriya wan dike li dijî rêxistina DAIŞê tevgeriyane û herwiha ti niyeta Tirkiyeyê jî tine ku li dijî terorîstan lê berovajî wê tevdigere."

    "15 ŞERVAN Û 4 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA"

    Ji aliyê din ve, di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê li gel terorîstên DAIŞê û endamên ASAyê bi tundî êrîşî sengerên hêzên wan û gundan kiriye û wiha dewam kir: "Ji duh de, di saet 12ê nîvrojê de, topxaneya Tirkiyeyê bi tundî hêzên me yên li eniya şerê li dijî DAIŞê bombebaran kirin û dûre ji saet 9an de heta 5ê sibehê balafirên bombebaran kirin.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin, "di encama wan êrîşan de, 15 şervanên Hêzên Şoreşger jiyana xwe ji dest daye û 26ên din jî birîndar bûne. Li Umu El-Hoşê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 13ên din birîndar bûn.

    "BERPIRSYARÎ YA HÊZÊN HEVPEYMANÊ YE"

    Hêzên şoreşger di dawiya daxuyaniya xwe de bangî Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navdewletî yên sivîl û yên mafên mirovan û serperiştên qeyrana Sûriyeyê(Amerîka û Rûsya) kir ku bixebitin ji bo êrîşên Tirkiyeyê û komên terorîst li herêmên bakurî rawestin.

    Herwiha daxuyaniyê berpirsyarî xist stûyê hevpeymana navdewletî û wiha got: "Em berpirsyariya êrîşên Tirkiyeyê û destwerdanên wê yên êrîşkar dixin stûyê hêzên hevpeymana navdewletî ku destûrê dide balafirên Tirkiyeyê êrîşî sivîlan û deverên rizgarkirî û hezên nerme bike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Artêşa Tirkiyeyê bi çekên giran êrişî Girê Spî dike!
    YPG:"Balafirên Tirkiyeyê 28 sivîl li Helebê kuştin"
    YPG: Di meha îlonê de artêşa tirk 26 caran êrîşî Rojavayê kir
    Tirkiye: Armanca operasyonê ku em sînorên xwe ji YPG-PYDê paqij bikin
    DYA: YPG soza xwe bi cî tîne
    YPG: Artêşa tirk 6 zarok û 3 jinên sivîl kuşt
    YPG û DAIŞê, dîl teqes kirin
    Etîketan:
    Artêşa Aazad, Lîwaya Bakura Demokratîk, Eniya Kurdan, Eniya Parastina Jinan a Şehbayê, Hêzên Eşîran, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Sûriye, Şehba, heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de