10:22 13 Kanûn 2017
Zindî
    Nexweşxane

    Li Sakaryayê di xwîna 10 kesan de madeya radyoaktif hate tespît kirin

    twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Sakaryayê 2 ji wan bijîşk di xwîna 10 kesan de madeya radyoaktif hate dîtin. Personel û nexweşên li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sakaryayê hatin tehliyekirin û çûn û hatina beşa lezgîn jî hate qedexekirin.

    Sakarya — Li navçeya Arifiyeya Sakaryayê zarokekî 16 salî li nava înşeata avahiyekê bi malzemeyên înşeatê re lîst. Piştî vê yekê gelek cihên di laşe wî de şîn bûn û malbata wî rakir nexweşxaneyê. Di encama dermankirinê hat ragihandin ku 2 ji wan bijîşk di laşe 10 kesan de madeya radyoaktif hate dîtin.
    Eyup B. yê ku ji înşeata nasekî xwe parçek hesin anî malê danê êvarê bi şikeyeta êşa made û serî rakirin nexweşxaneyê. Bijîşkan derziyek bo êşa madeyê li Eyup xistin û wî şandin mala wî. Lê piştî demekê gelek cihên li laşê Eyub şîn bûn. Eyub rakirin Nexweşxaneya Lêpirsîn û Perwerdehiyê ya Sakaryayê û li wê derê bijîşkan bi şika radyasyonê dest bi dermankirina wî kirin.

    HATIN Û ÇÛNA LI BEŞA  LEZGÎN HATE QEDEXEKIRIN

    Bijîşkên nexweşxaneyê beriya dermankirinê haya endamên Midûriyeta Rewşa Lezgîn û Afatan (AFAD) ji rewşê çêkirin. Endamên AFADê taxa ku mala Eyup lê ye vala kirin û maskeyan li şêniyên taxê belavkirin.
    Herwiha çûn û hatina beşa lezgîn jî hate qedexe kirin û hemû personelên nexweşxaneyê hatin tehlîyekirin.  

    MADEYA RADYOAKTÎF HATE DÎTIN

    Di encama lêkolînên endamên AFADê 2 ji wan bijîşk di laşê 10 kesan de madeya radyoaktif hate dîtin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê bi çekên kimyewî êrîşê gundê Ûm El Hoşê kir
    Hikûmeta Sûdanê li hemberî gelê xwe çekên kimyewî bikar anît
    ‘Planên çekên kimyewî yê DYA yên li Ewrûpayê dibe sedema metirsiyan'
    'DAIŞê li dijî baregeha ku leşkerên DYA û Iraqê lê bûn êrîşa kimyewî pêk anî'
    Lîbya çekên xwe yên dawî yên kimyewî şand Almanyayê
    Etîketan:
    radyasyon, madeya rasdyoaktîf, nexweşî, sakarya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de