14:23 11 Kanûn 2017
Zindî
    îlham ehmed

    ‘Ger koalîsyon pêşî li êrişên Tirkiyeyê negre, em ê wan wekî hevkarê êrişan bihesibînin'

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (HSD) Îlhan Ehmed derbarê êrişên li ser Efrînê axivî û hişyarî li hêzên koalîsyonê kir û got ger ew êrişan nerawestînin em ê wan wekî hevkarê êrişan bihesibînin.

    Navenda nûçeyan  — Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyê Îlham Ehmed derbarê êrişên artêşa tirk, çekdarên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) û terorîstên DAIŞê yên bi ser gundên girêdayî Efrînê yên ku ji duh de berdewam dikin axivî û amaje kir ku di encama êrişan de gelek kes birîndar bûne.
    Îlhan Ehmed di axaftina xwe ya Rojnewsê de diyar dike ku êriş hêj berdewam dikin lewma jî kes nikare biçe herêmê cenaze û birîndarên li herêmê rakin.

    ‘ARTÊŞA TIRK, DAIŞ Û ÇEKDARÊN AASyê BI HEVRE ÊRIŞ KIRIN'

    Ehmed derbarê êrişên li ser sînorê Tirkiyeyê û navenda bajarê Helebê de axivî û diyar kir ku çekdarên AASyê duh di tevahiya rojê de gundên li herêma Til Refet topbaran kirin ji seatên êvarî ve êrişa balafiran destpê kir. Herwiha piştî wê terorîstên DAIŞê jî dest bi êrişan kirin. Ehmed diyar kir ku di êrişa duh de ji bejahiyê DAIŞ û AAS û ji hewayê jî balafirên artêşa tirk êriş kirin. Dewleta Tirk, DAIŞ û Artêşa Azad bi hevre êriş kirin.

    ‘GER HÊZÊN KOALÎSYONÊ PÊŞÎ LI ÊRIŞÊN TIRK NEGRE, EM Ê WAN WEKÎ HEVKARÊ ÊRIŞAN BIHESIBÎNIN'

    Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed da zanîn ku ger hêzên koalîsyonê van êrişên Tirkiye û ên din nede sekinandin ew ê wan wekî hevkarê êrişan binirxînin.

    ‘TIRKIYE ARMANC DIKE KU BEŞDARÎ OPERASYONA RIZGARKIRINA REQQAYÊ BIBE'

    Hevseroka HSDê Îlhan Ehmed destnîşan kir ku Tirkiyeya ku nikarî bû beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe dixwaze beşdarî ya Reqqayê bibe ku hêzên HSDê jî di vê demê de amadekariyên operasyona Reqqayê dike.
    Ehmed eşkere kir ku Tirkiye armanc dike ku Reqqayê têxe bindestê xwe. Tirkiye dixwaze li Sûriyê her tim DAIŞ hebe û ew jî li ser vê yekê siyasetê bike û xwe li ser Sûriyê serwer bike.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Li hemberî DAIŞiyên ku ji Mûsilê birevin, me tedbîr li ser sînor standiye
    Amerîka: HSD ji Minbicê derketiye
    HSD: ‘Tirkiye li Cerablûsê şanoyê dike'
    Artêşa Amerîkayê: Tirkiye û HSD wek hev ji me re giring in
    HSD: Civaka navdewletî siyaseteke dualî dimeşîne
    Etîketan:
    artêşa azad a sûriyeyê, çekdar, daiş, artêşa tirk, îlhan ehmed, efrîn, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de