23:10 24 Hezîran 2018
Ala Amerîkayê

Rayedarê amerîkî: Em ditirsin ku şerê Tirkiye û Iraqê derkeve

© AP Photo / Khalid Mohammed
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rayedarekî amerîkî got, em ditirsin ku dueloyê gotaran di navbera Enqere û Baxdayê de bibe sedema şerê hêzên Artêşa Tirkiye û hêzên hikûmeta Iraqê.

Navenda Nûçeyan — Li ser operasyona Mûsilê nîqaşên di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de, rayedarekî amerîkî ragihand ku ew ditirsin ku di navbera hêzên herdû dewletan de şer derkeve."

Herwiha rayedarî wiha dewam kir: "Dibe ev dueloya navbera hikûmetên Iraq û Tirkiyeyê bibe şer di navbera hêzên herdû dewletan de û milîsên şîî ji vê rewşê fêdê bigirin û têkevin Mûsilê û şerekî mezhebî bidin destpêkirin."

Rayedarê ku nexwest navê wî were şekerekirin wiha axivî: "Em ji hikûmeta Tirkiyeyê re wiha dibêjin; Her ku daxuyanî tûj dibin, ew ê derfetên zêdetir têkevin destê Heşdî Şeibî ku roleke çalaktir bixwaze".

Ji aliyê din ve, rayedarê amerîkî îdia kir ku ihtimala şerekî rasterast di navbera tirkan û milîsên şîî de heye û wiha got: "Di şertên herî xerab de, çalakiyên yekalî dikare him iraqiyan him tirkan, herwiha him milîsên şîî û him jî tirkan têxe nav şerekî rasterast."

"SENARYOYA GELEKÎ TIRSNAK"

Herwiha rayedarê amerîkî axiftina xwe wiha berdewam kir: "Tirs heye ku ev nakokiya navbera Bexda û Enqereyê, rêkeftina qurfbar a Mûsilê ku Heşdî Şeibî ji Mûsilê dûr digire û rê li ber şerê mezhebî digire, têxe metirsdariyê."

Ji aliyê din ve, heman rayedarê diyar kir ku tansyon bilind bûye û islûb hinekî ji kontrolê derketiye ku ev jî tirsê çêdike û wiha pê de diçe: "

Li gorî Amerîkayê, aloziya di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de yê dawî li ber raya giştî ya Iraqê têxe rewşeke nebaş.

Rayedarê amerîkî wiha berdewam dike: "Li himberî aloziya di navbera Bexda û Enqereyê de, dê zehmettir bibe ku Ebadî xwe li ber bangên şîiyan bigire."

 

Bi heman mijarî:

Pêşmergeyên Kurdistanê li Mûsilê 3 gundên din rizgar kirin
Hevserokên bajêr jî di nav de li Wanê 16 kes hatin girtin
Artêşa Tirkiyeyê êrişî YPGê kir: 160 kuştî
Barzanî: Çavê Kurdan ne li axa tu kesî ye
Amerîka: Em piştgiriyê nadin Heşdî Şebî
Etîketan:
berdewam, Şer, Rayedarê amerîkî, Serokkomar, recep Tayyip Erdogan, Mûsil, Enqere, bexda, iraq, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de