12:54 17 Kanûn 2017
Zindî
    Heleb

    Fetîh el Şam sivîlên ku dixwazin ji Helebê derkevin dide ber guleyan

    © AFP 2017/ Ameer Alhalbi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên Fetîh el Şam bi navê xwe yê berê El Nûsra şêniyên Helebê yên ku di çarçoveya 'behnvedana mirovî' de dixwazin ji bajêr derkevin, didin ber guleyan.

    Navenda nûçeyan - Şêniyekî helebî ji Spûtnîkê re got: ‘Em li kêleka wan (milîtanên Fetîh el Şamê) dijîn. Terorîstên El Nûsrayê me tehdît dikin ku em ji Helebê necin.'
    Li gorî zanyariyên peyamnêrê Spûtnîkê, Fetih el Şam bi topên hawanê êrişî ser koridora mirovî ya nêzî taxa Bustan el Qesr ya li rojhilatê Helebê dike lê rewşa koridora mirovî ya nêzî rêya Qastîllo aramtir e.

    ‘Behnvenda mirovî' ya ku bi armanca tehliyekirina komên çekdar û sivîlên li rojhilatê Helebê  hate ragihandin îro saet 08:00an de dest pê kir û wê 11 saetan dewam bike.
    Wezareta Parastinê yê Rûsyayê diyar kiribû ku wê di dema ‘molaya mirovî' de operasyonên hewayî rawestînin. Ji bo tehliyekirina gelên sivîl 6 û bo komên çekdar 2 korîdor hatin vekirin.

    Bi heman mijarî:

    Çurkîn: "Rêxistina El Nûsra ya wê ji Helebê vekişe an jî wê têk here"
    Exrar ûş Şam û El Nûsra dîsa lihev kirin
    Lavrov: Divê El Nûsra ji agirbestê sûdê wernegire
    Çurkîn: El Nûsra ji Helebê dernekeve wê rastî encamên tund bê
    Etîketan:
    şêniyên helebê, fetîh el şam, molaya mirovî, el nûsra, teror, êriş, heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de