04:31 16 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa tirk êrişî gundên Ezaz û Efrînê kir - Bombekirin

    Rayedarên Kantona Efrînê: Di bombebarana artêşa tirk de ti kes nemiriye

    © Foto: AA/Izzet Mazi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên Wezareta Berevaniya Kantona Efrînê, îdiaya artêşa tirk derewand ku digotin di encama bombebaranê de nêzîkî 200 şervanên PYD/PKKê jiyana xwe ji dest dane.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya DİHAyê, rayedarên Wezareta Berevaniya Kantona Efrînê diyar kirine ku, piştî Hêzên Şoreşger 5 gund û Bendava Şehbayê bidest xistine, bi şev gundên Şehbayê hatine bombebarankirin. Di heman nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku di heman demê de li hemberî gundê bajarokên Şiyê û Racoyê jî êriş bi roketan hatine kirin û di encama her du êrîşan de hin sivîl birîndar bûne û malên wan hilweşiyane.

    Li gorî heman daxuyaniyê di dema bombebaranan de ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Fermandariya Artêşa tirk di saetê sibê de îdiakiribû ku wan li hemberî hêzên YPGê bombebaran pêk anîye û di encamê de di navbera 160 û 200 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk: YPG bi topên hawanê êrişî Tirkiyeyê kir
    Artêşa tirk çeperên Hêzên Şoreşger topbaran dike
    Heşdî Şeibî: Artêşa Iraqê, leşkerên tirk ên Başîqayê dorpêç kirin
    Tevgera Azadî: Armanca artêşa tirk dagirkirina Kurdistanê ye
    YPG: Êrîşên artêşa tirk, ên DAIŞê û Koalisyona Sûriyê berdewam dikin
    Artêşa tirk gule bera gundê Efrînê da
    Etîketan:
    bombebaran, Wezareta Berevaniya Kantona Efrînê, Artêşa tirk, DİHA, YPG, Raco, Şiyê, Bendava Şehbayê, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de