00:37 13 Kanûn 2017
Zindî
    Sûriye - Heleb

    Li Helebê bêhnvedana însanî ku wê 11 seetan bidome dest pê kir

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Şam û Moksovayê, ji bo ku sivîl û milîtanên çekdar ên mûxalif bi hêsanî ji bajarê Helebê derkevin 11 seet bêhnvedana însanî ragihandibûn. Bêhnvedanê îro seet 08.00an bi awayekî fermî dest pê kir.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Şam û Moksovayê, ji bo ku sivîl û milîtanên çekdar ên mûxalif bi hêsanî ji bajarê Helebê derkevin 11 seet bêhnvedana însanî ragihandibûn. Bêhnvedanê îro seet 08.00an bi awayekî fermî dest pê kir. Herwiha Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di serî de bangî Amerîka û dewletên rojavayî kir ku soza xwe ya veqetandina milîtanên mûxalif û terorîstan bi cih bînin.

    Ji aliyê din ve Wezareta Parastin a Rûsyayê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku em ê 11 seetan operasyonên hewayî rawestînin û ji bo ku sivîl û milîtanên mûxalif bikaribin ji herêmên rojhilatê Helebê derkevin 8 korîdor hatine vekirin.

    Wekî din hikûmeta Sûriyeyê jî ragihand ku ji bo sivîl û milîtanên mûxalif bikaribin bi hêsanî ji Helebê vekişin artêşa xwe jig elek herêman paşve kişandiye. Li gorî daxuyaniya hikûmetê ji bo ku sivîl û milîtan bi ewlehî vekişin hêzên rejime bergiriyên xwe zêde kirine.

    PÛTÎN: HEWCE BIKE EM Ê DIRÊJ BIKIN

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Almanyayê piştî Zîrweya Normandiyayê di civîna çapemeniyê de got: "Li gorî pêşveçûnên Helebê heke hewce bike em dikarin bêhnvedana însanî dirêj bikin. Lê divê milîtanên mûxalif êrişên xwe zêde nekin, em bi biryar in ku bêhnvedanê dirêj bikin. Di vê maweyê de di serî de Amerîka em daxwaz ji hevalbendên xwe yên rojavayî dikin ku mûxalifên nerm û grûbên terorîst (El Nûsra) ji hev veqetînin û soza ku dabûn bi cih bînin."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Pûtîn û Esad di derbarê Helebê de axivîn
    'Tirkiyeyê li bakurê Helebê li dijî Kurdan piştgiriya DAIŞê kir'
    Li ser banga Rûsyayê Sirbîstan alîkariya mirovî dişîne Helebê
    Sûriye: Ji bo dijberî ji Helebê derkeve, artêş vedikişe
    Çurkîn: El Nûsra ji Helebê dernekeve wê rastî encamên tund bê
    Etîketan:
    Fetih El Şamê (El Nûsra), Ragihandina bêhnvedana însanî, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de