15:34 21 Hezîran 2018
Artêşa tirk gundê Efrînê topbaran dike

Topbarana artêşa tirk li Kantona Efrînê berdewam dike

© Foto : ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Topbarana artêşa tirk a li ser Kantona Efrînê ji duh de berdewam dike. Di encama topbaranê de gelek gund hatin bombebarankirin.

Şehba — Artêşa tirk duh di saet di 00.00ê de dest bi topbarana gundê Efrînê yên li derdora herêma Şehbayê kir. Topbarana artêşa tirk, heta saet 07.00 berdewam kir û di encamê de gundên Mele Xelîl, Dêr Belût, Hemamê, Merwaniyê yên navçeyên Şiyê, Cindirêsê û Racoyê hatin topbarankirin.

Rayedarên Rojava li ser hesabên xwe yên Twitterê bertek nîşanê bomberana artêşa tirkiyê dan û gotin ku wê encamên xerab derxîne holê. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehemd got: "Tirkiye êrîşî Efrînê dike da ku DAIŞ li Sûriyê neqede."

​Endama Kordînasyona Kongreya Star Henîfe Hisên jî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitter ê nivîsî: "Dewleta Tirk a dagirker hêrsa tevlênebûn xwe ya ji operesyona Mûsilê re di serê Kurdan de derdixîne, cîhan jî temaşe dike" Herwiha Endamê Desteya Rêveber a Tegera Civaka Demokratîk TEV-DEMê Aldar Xelîl jî derbarê mijarê de tweet avêt. 

Di vê navberê de Fermandariya Artêşa tirk, îdia kir ku di encama bomberana wan a hewayî de 200 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. Lê heta niha ji hêla rêveberiya Rojava û YPGê derbarê vê îdiayê ti daxuyanî nehatine dayin.

Bi heman mijarî:

Artêşa tirk çeperên Hêzên Şoreşger topbaran dike
YPG: Êrîşên artêşa tirk, ên DAIŞê û Koalisyona Sûriyê berdewam dikin
Artêşa tirk gule bera gundê Efrînê da
YPG: Artêşa tirk êrîşî hêzê me kir, me bersiv da, leşkerekî tirk birîndar bû
Artêşa Tirk li ser sînorê Rojava zarokekî 15 salî kuşt
Etîketan:
topbaran, Serfermandariya Artêşa Tirkiyayê, YPG, DAIŞ, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Kongreya Star a Rojava, TEV-DEM, Ilham Ehmed, Aldar Xelîl, Henîfe Hisên, Raco, Cindirês, Şiyê, Merwaniyê, Hemamê, Mele Xelîl, Gundê Dêr Belût, Rojava, Şehba, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de