08:30 13 Kanûn 2017
Zindî
    Esil el Nuceyfî

    Biryara girtina Nuceyifî derket

    © Foto: AA/ Hemn Baban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dadweriya Bexdayê biryara girtinê Fermandarê Heşdê Wetenî û Parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nuceyifî ku Tirkiye piştgiriya wan dike da.

    Navenda Nûçeyan —Hat ragihandin ku Dadweriya Bexdayê biryara girtina Fermandarê Heşdê Wetenî Esîl Nuceyifî bi tohmeta hevkariya bi Tirkiyeyê re da.

    Dozger Ebdurrahman El-Lwêzî derbarê vê biryarê de daxuyaniyeke rojnamevanî da û tê de wiha got: "Dadweriya Iraqê nîşeyeke girtinê derheqê Esîl El-Nuceyifî de derxistiye. Ev biryar jî li ser bingehê tawanên li dijî ewlekariya dewletê, ji ber wî hevkarî bi dewleta Tirkiyeyê kiriye ku ji aliyê parlemento û hikûmeta Iraqê wek hêzeke dagirker tê hesibandin".

    El-Nuceyifiyê yê ku niha fermandariya hêzên Heşdî Wetenî dike, dema DAIŞê Mûsil dagir kir, ew parêzgarê Parêzgeha Mûsilê bû.

    Ji aliyê din ve, Parlementoya Iraqê berî demeke kurt, biryareke dabû ku çi kesê piştgiriya hebûna Tirkiyeyê di nava axa Iraqê bike, pêvajoya darizandina wî ji aliyê dadweriyê ve were destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê 4 endamên Heşda Wetenî kuştin
    Tirkiye wê çawa têkeve Mûsilê?
    Ji bo civîna Mûsilê ya li Fransayê Tirkiye jî hat vexwendin
    Serekê Şîayan: Em nahêlin ku Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe
    Haşimî: "Amerîka nexwest Tirkiye li Mûsilê roleke aktîf bilîze"
    ‘Tirkiye nikare di operasyona rizgarkirina Mûsilê de daxwazên xwe lêferz bike'
    Etîketan:
    dagirkerî, Ebdurrahman El-Lwêzî, Esîl Nuceyifî, Bexda, Iraq, Mûsil, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de