23:33 20 Hezîran 2018
pêşmerge-pêşmergeyên li mûsilê

Pêşmergeyan navgîna hewayî ya bêmirov ya DAIŞê xist

© REUTERS/ Azad Lashkari
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Pêşmergeyên Kurdistanê li herêma Naweran ya bi ser Mûsilê navgîna hewayî ya bêmirov(NHB)ya aîdê terorîstên DAIŞê xiste xwarê.

Mûsil — Li gorî zanyariyên li ser AAyê hêzên Pêşmergeyan yên li herêma Naweran balafirek NHB ya aîdê terorîstên DAIŞê xistin xwarê.

DAIŞ BI TOPÊN HEWANÊ ÊRIŞ DIKE

Operasyona rizgarkirina Mûsilê bênavber didom e û îro danê sibehê ji sê aliyan destpê kir. Di operasyona pevçûnên dijwar diqewime de, terorîstên DAIŞê bo herêmên di destê xwe de biparêzin  bi topên hawanê êriş dikin.
Pêşmerge jî li gel hemû dijwariyan bi çekên giran pêşveçûna xwe ya li herêmê didomîne.
Li herêma Naweranê ji xeynî Pêşmergeyan hêzên koalîsyona ku serkêşiya wan DYA dikin jî beşdarî operasyonê dibin.

Bi heman mijarî:

Votel: Bidawîbûna operasyona Mûsilê dibe ku bi mehan bajo
DAIŞê li Mûsilê 200 sivîl desteser kirin
Yekîtiya Ereban û Îran jî wê beşdarî civîna Mûsilê bibin
Etîketan:
operasyona rizgarkirina mûsilê, pêşmerge, daiş, şer, mûsil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de