08:27 13 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên Hizbullahê

    Generalekî Hizbullahê li Sûriyeyê hat kuştin

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Generalekî Rêxistina Hizbulaha Libnanê di encama şerê di navbera rejîma Sûriyê û milîtanên radîkal de li Sûriyeyê hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Her wiha Rêxistina Hizbulaha Libnanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Fermandarekî wan bi navê Hatim Hemadî ji wan kesên pêşîn yên mil bimilê rejîma Sûriyeyê şer dikir û bi navê El-Hac Elai dihat naskirin li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

    Ew Fermandarê Rêxistina Hizbulahê ji bajarokê El-Qemhtyayê bû û sala 1971 ji dayik bibû. Hatim Hemadî duhî bi merasîmekê li gorîstana Redet El-Hewra Zeyneb hat biaxkirin.

    Wek tê zanîn, milîsên Hizbulaha Libnanî ji sala 2012an ve ligel rejîma Sûriyeyê li hemberî rêxistinên radîkal û cihadîst şer dikin.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Hizbullahê çûna hecê qedexe kir
    İsmet Sezgin: Dewletê li hemberî PKKê çavên xwe ji Hizbullahê re girt
    Fermandarekî Hizbullahê din li Helebê hat kuştin
    23 çekdarên Hizbullahê li Sûriyeyê dîl hatin girtin
    Fermandarê Hizbullahê Ebu Elî el Neqîb li Helebê hat kuştin
    Etîketan:
    Generalekî Hizbullahê li Sûriyeyê hat kuştin, Rêxistina Hizbulaha Libnanê, Hatim Hemadî, Libnan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de