13:07 21 Hezîran 2018
Darizandin, dadgeh, girtin

Hevserokên bajêr jî di nav de li Wanê 16 kes hatin girtin

© Fotolia / Andrey Burmakin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî zanyariyên berdest, ji 38 kesên ku hefteya borî li Wanê di operasyonên siyasî de hatibûn binçavkirin 16 kes ji wan hatin girtin.

Polês, serdegirtin, binçavkirin
© REUTERS / / Sertac Kayar
Wan - Di nava kesên ku hatin girtin de Hevserokê DBPê yê Wanê Murat Sarisaç, Hevserokê DBPê yê Rêya Armûşê Hazim Harmanci, Hevserokê HDPê yê Rêya Armûşê Tahirhan Sayyigit, Hevserokê DBPê yê Artemêtanê Medenî Ozer, siyasetmedar Dilaver Taşdemir û

Necat Taniş bi îdîaya endametiya rêxistina terorê ne ji aliyê 2yemîn Dageha Cezayê Giran ve hatin girtin. Herwiha dadgehê 11 kes jî bi şertê kontra edlî serbest berdan.

Wekî din hat ragihandin ku polês û tîmên taybet ên Midûriyeta Ewlehî ya Stenbolê li gelek tax û kolanên Stenbolê avêtin ser malan. Di dema serdegirtina hêzên ewlehî de helîkopter jî hatin bikaranîn.

Bi heman mijarî:

Li Erdîşê kesek hate girtin
Li Stenbolê 61 polêsên din hatin girtin
6 xebatkarên Dadgeha Destûra Bingehîn hatin girtin
Li Edeneyê 5 kes hatin girtin
Birayê parlamenterê AKPê ji doza FETO/PDYê hat girtin
Etîketan:
DBP, HDP, Girtina rêvebiran, Medenî Ozer, Tahirhan Sayyigit, Hazim Harmanci, Murat Sarisaç, Wan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de