08:58 20 Hezîran 2018
Yemen

Li Yemenê agirbesta ji bo 72 saetan destpê kir

© REUTERS / Khaled Abdullah
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Yemenê biryara agirbesta ji bo 72 saetan a ku bi pêşniyara NY hat girtin, li tevahiyê wî welatî li gorî saeta wir di saet 23.59a de ket meriyetê.

Yemen
© AP Photo / Hani Mohammed
Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ajansa fermî SPA ya Erebîstana Siûdî di daxuyaniya hêzên hevpeymanê de hat diyar kirin ku ew ê li gorî daxwaza Serokomarê Yemenê Abdurabbu Mansur Hadî tevbigerin û ji bo belavkirina alîkariyên mirovî û tibî peymana ji bo rawestandina şerê li tevahiyê welêt di saet 23.59a de destpê kir û ew ê girêdayî peymanê bin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin kul i beramberî agirbestê jî li Yemenê metirsî berdewam dike û hat dest nîşan kirin ku li hemberî tevgerên Hûsiyan û alîgirên serokê berê Ali Abdullah Salih wê ji hewa û deryayê firînên kifşê berdewam bikin.

NY daxuyandibû ku li Yemenê di 19ê Cotmehê roja çarşemê de saet di 23.59a de ji bo tevahiyê wî welatî wê peymana agirbestê têkeve meriyetê.

 

Bi heman mijarî:

Li Yemenê 72 saet agirbest!
Brîtanya û DYA bo Yemenê banga agirbestê kirin
Sedema êrîşa Erebîstan Siûdî ya li Yemenê 'agahiyên şaş in'
Îngilîstan ji bo Yemenê wê pêşnûmeyekê pêşkeşî KENY bike
Ensarûllah: Amerîka amadekariya dagirkirina Yemenê dike
Etîketan:
agirbest, Hûsî, NY, Serokomarê Yemenê, SPA, Alî Abdullah Salih, Abdurrabu Mansûr Hadî, Erebîstana Siûdî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de