01:34 20 Tebax 2017
Zindî
    qeza

    Li Konyayê serwîsa xwendekaran qulibî: 24 birîndar

    © Foto: AA arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Li navçeya Beyşehîr a Konya ya Tirkiyeyê serwîsa xwendekaran li kamyonekê qelibî û ket şerampolê û di encama qezayê de ajokarê serwîsê û 23 xwendekar birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku qeza îro saet di derdora 18.15a de li ser riya Beyşehîr û Ispartayê qewimî.

    Serwîsa ku xwendekarên dibitana seretayî, navîn û lîseyê yên li Beyşehîrê dixwînin, dibirin Taxa Kireliyê li qaseya kamyona ku ji hember dihat qelibî û qulibî şerampolê.

    Di encama qezayê de ajokarê serwîsê Hasan Çakmak û 23 xwendekarên di serwîsê de birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Beyşehîrê.

    Hat hîn bûn ku ajokarê kamyonê piştî qezayê reviyaye û polîsan ji bo dîtina wî dest bi xebatê kirine.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistanê qeza: 3 mirî, 1 birîndar
    Li Rihayê qeza: 2 mirî 2 birîndar!
    Li Çankiriyê qeza: 4 mirî
    Li Akhisarê qeza: 2 mirî
    Li Samsunê wesayîta leşkerî qeza kir: 2 leşker birîndar in
    Li Colemêrgê Qeza: 4 mirî û 11 birîndar
    Etîketan:
    qulibandin, serwîsa xwendekaran, birîndar, Nexweşxaneya Dewletê ya Beyşehîrê, Hasan Çakmak, Navçeya Beyşehîrê, Isparta, Konya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de