02:22 24 Tebax 2017
Zindî
    Akin Ozturk

    "Kurtulmuş ji bo van dîmenan parastina AAyê xwest"

    © Sputnik/ AA/ Murat Kula
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Ha îdîakirin ku Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş parastin ji Ajansa Anadoluyê(AA)yê xwest ji ber wan dîmenên ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15 Temûzê weşandin.

    Navenda Nûçeyan -Dîmenên lêpirsîna leşkeran û di serî de yê General Akin Ozturk a ku polîsan ji bo hewldana derbeya leşkerî pêk anîbû ku bi awayekî birîndar hatibûn weşandin bû mijara lêkolînê. Hat ragihandin ku Numan Kurtulmuş ji ber nîgeraniya Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê(DMME) parastina ji Ajansa Anadoluyê xwest.

    Li gorî nûçeya rojnameya tirkî Sozcuyê; AAyê piştî hewldana derbeyê dîmenên Akin Ozturk û efserên din bi awayekî kelepçekirî weşandin. Di wan dîmenan de tê dîtin ku guhê rastê yê Ozturk bandajkirî ye û şûnên lêdan û birîndan li ser rûyê wî hene. Rêxistina Efûya Giştî ew dîmen wek "êşkence û miameleya xerab" nirxandibûn.

    Ji aliyê din ve, Wezîrê Dadweriyê Bekir Bozdag di vê mijarê de wiha axivîbû: "Helîkoptera Akin Ozturk derbeyê dixwe. Neçar dimîne dakeve û gule tên berdan. Wê çaxê birîn çêdibin Derbeyên. Derbeyên guh û rûyê wî girêdayî wê bûyerê ne.

    Bi heman mijarî:

    Ji Erdogan daxuyaniya derbeya sêyemîn
    HDP: Em derbeya qeyûman qebûl nakin
    YEyê, piştî derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê dicive
    Feyzioglu: "Derbeya leşkerî pêk bihata NY mûdaxele dikir"
    Hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê di sîteya fermî yê CIAyê de cih girt
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, Rêxistina Efûya Giştî, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê(DMME), Ajansa Anadoluyê, Akin Ozturk, Numan Kurtulmuş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de