15:06 21 Tebax 2017
Zindî
    İHD

    İHD: ‘Di 9 mehan de 1040 kesan jiyana xwe ji dest dan'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3631

    İHD a Amedê di raporta xwe ya derbarê bajarê kurdan de diyar dike ku di 9 mehên destpêkê yên sala 2016an de 1040 kesan di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.

    Amed — Komeleya Mafên Mirov (İHD) şaxê Amedê raporta xwe ya derbarê bajarên kurdan da aşkere kir. Rêxistinê di raporta xwe de balê dikişîne ser bûyerên di 9 mehên dawî de qewimîne û diyar dike ku bi ragihandina Rewşa Awarte û bi derxistina Biryarnameyên di Hikmê Yaseyan de (KHK) yên piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, civak di bin fişarê de hatiye hiştin.

    Dêrsim
    © Foto: AA/ FATMA ÇIRAY
    '756 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE'

    İHD balê dikişîne ser rewşa girtîgehan û diyar dike ku 300 jê giran, 756 girtiyên nexweş di girtîgehan de tên girtin. Herwiha tê destnîşankirin ku ji 24ê Tîrmeha 2015an û heta niha zêditirî 2 hezar polîs, leşker, milîtanên rêxistinê û sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

    Li gorî raportê di 9 mehên dawiyê de di şer û pevçûnan de 406 ji hêzên ewlekariyê, 605 milîtan û 29 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 1032 hêzên ewlekariyê, 13 milîtanên çekdar û 32 sivîl jî birîndar bûne. Bi giştî di nava 9 mehan de 1040 kesan jiyana xwe ji dest dane.

    '36 KES LI SER SÎNOR HATIN KUŞTIN'

    İHD dibêje di encama êrîşên rêxistinê de jî 102 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 635 jî birîndar bûne. Di heman raportê de tê aşkerekirin ku li ser sînor 36 kesan jiyana xwe ji dest dane û 39 kes birîndar bûne.

    İHD herwiha diyar dike ku ew hêvî dikin aliyên pirsgirêka kurd, ji bo çareseriyê vegeren ser maseya guftûgoyan.

    Bi heman mijarî:

    Li Çiyayên Amanosê şer: Leşkerek birîndar bû
    Li Tetwanê şer: Leşkerek birîndar bû
    Li Semsûrê şer: Leşkerek birîndar bû
    Li Şirnexê şer derket: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
    Li Geverê PKKê êrîşî qereqolê kir: Şer berdewam dike
    Etîketan:
    kuştin, pevçûn, şer, Rewşa Awarte, Biryarnameyên di Hikmê Yaseyê de (KHK), İHD, Bajarên Kurdan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de