10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Êrişa xwekujÎ ya Dîlokê

    Raporta HDPê: Dewlet berpirsiyarê yekem yê 'komkujiya Dîlokê' ye

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    HDP derbarê êrişa li hember şahiya kurdan li Dîlokê hate kirin de raportek amade kir û dewletê wekî berpirsiyarê êrişê binav kir. Parlmenterê HDPê Togrul amaje kir ku metirsiya êrişan ya li nava Dîlokê didom e lê hikumet ti bergiriyan nastîne.

    Enqere -Partiya Demokratîk ya Gelan derbarê êrişa DAIŞê ya li hember şahiya kurdan ya ku 20ê Îlonê li Dîlokê qewimî de raportek amade kir.
    Raport ji aliyê Parlementerê HDPê yê Dîlokê Mahmut Togrul ve bi civîneke çapemeniyê bi gel re hate parvekirin.
    Di raportê de bal hate kişandin ser bicihbûna terorîstên DAIŞê yên li Dîlokê û hate gotin ku piştî destpêka şerê Sûriyeyê Dîlok bûye warê komên radîkal lê hikumet bo pêşîgirtina vê yeke ti tiştekî nake.

    ‘BERPIRSIYARÊ YEKEM DEWLET E'

    Di encamnameya raportê de tê diyarkirin ku li gel ku êrişa Dîlokê di nava îdanameya Êrişa Gara Enqereyê de derbas dibû ti bergirî nehatiye standin lewma jî berpisriyarê yekem dewlet e.
    Di raportê de hat gotin ku: ‘Dema birina birîndaran bo nexweşxaneyê komek faşît bi alên tirk êrişî ser birîndar, cenaze û malbatan kirin û xwestin ku provakasyonan derxînin. Armanca sereke ya van êrişan jî têkbirina kolan û qada siyasî ya ji dijberan bû.'

    TOGRUL: METIRSIYA KOMKUJIYAN BERDEWAM DIKE

    Di dewamiya raportê de tê amajekirin ku metirsiya komkujiyan ya li nava Dîlokê didom e. Togru jî destnîşan kir ku metirsiya komkujiyan didom e û got Dîlok guzergeha herî xurt ya derbasbûnan û navenda lojîstik ya terorîstan e.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞiyê ku li Dîlokê xwe teqand, bersûcê êrîşa Gar a Enqereyê derket
    Waliyê Dîlokê: "Xwekuj ji bo ji cîranan re nebe pirsgirêk xwe teqand"
    Li Dîlokê emîrê DAIŞê yê ku fermana çalakiyên xwekujî dida hat kuştin
    Li Dîlokê teqînek din pêk çêbû
    HAT NÛKIRIN - Li Dîlokê DAIŞiyan xwe teqandin: 3 polêsan jiyana xwe ji dest da
    Wezîrê alman li Dîlokê got: "Em piştgiriya Tirkiyeyê dikin"
    Li Dîlokê operasyona DAIŞê: 4 kes hatin desteserkirin
    Li Dîlokê berpirsiyarê malên hucreyê yên DAIŞê hate kuştin
    Etîketan:
    daiş, êrişa dîlokê, hdp, mahmut togrul, dîlok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de