14:54 21 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    DAIŞê tankeke Artêşa Iraqê ruxand

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 164 0 0

    Di sêyemîn roja operasyona Mûsilê de, terorîstên DAIŞê berî demekê li başûrê rojhilata Mûsilê tankeke Artêşa Iraqê teqand.

    Mûsil — Di sêyemîn roja operasyona Mûsilê de, terorîstên DAIŞê berî demekê li başûrê rojhilata Mûsilê tankeke Artêşa Iraqê teqand.

    Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê hewl da gundên Ebasiye, Selamiye û Xizir Ilyasê yên girêdayî bajarokê Nemûrdê yê navçeya Hemdaniyeyê ya Mûsilê kontrol bike û bi giranî ew gund û bingehên DAIŞê li wan deran topbaran kirin.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, terorîstên DAIŞê bergiriyeke tund dikin û ji ber wê jî hêzên Artêşa Iraqê hîn jî nikarin bi pêş de biçin û şer û pevçûn bi taybetî li gundê Ebasiyeyê bi giranî berdewam dikin.

    Herwiha hat ragihandin tankek Artêşa Iraqê li nêzîkî gundê Ebasiyeyê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye teqandin.

    Bi heman mijarî:

    Ji gelê Mûsilê hat xwestin ku li dijî DAIŞê serî hilde
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Pûtîn ji bo operasyona Mûsilê ji Ebadî re serkeftin xwest
    Işik: Hêzên me yên hewayî wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    ‘Pêşmerge ji bo êrîşeke nû bibe ser Mûsilê, amadekariyan dike'
    Ji bo civîna Mûsilê ya li Fransayê Tirkiye jî hat vexwendin
    Etîketan:
    şer, DAIŞ, Artêşa Iraqê, Selamiye, Xizir Ilyas, Ebasiye, Hemdaniyey, Nemûrd, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de