02:14 18 Tebax 2017
Zindî
    Esil Nuceyfî

    Nuceyfî: "Emîrên DAIŞê hemû reviyan Sûriyeyê"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 46120

    Waliyê Mûsilê yê berê Esil Nuceyfî ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê di operasyona Mûsilê de windayiyên mezin da û ji niha de gelek emîrên paye bilind reviyan Sûriyeyê.

    Hikmet Durgun

    Navenda Nûçeyan — Waliyê Mûsilê yê berê Esil Nuceyfî di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê di operasyona Mûsilê de windayiyên mezin da û ji niha de gelek emîrên paye bilind reviyan Sûriyeyê. Di demeke nêz de operasyona Mûsilê berfirehtir dibe.

    BI ARTÊŞA IRAQÊ EM AMADEHIYA OPERASYONEKE MEZIN DIKIN

    Esil Nûceyfî ku dema DAIŞê êrişî Mûsilê kir û walîtiya bajêr dikir û di heman demê de jî fermandariya Hêza Mûcahidên Nînovayê dike got: "Operasyona Mûsilê berdewam e, şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di operasyonê de hêza me jî cih digire û ev hêz ji 2 tuman û 6 tabûran pêk tê. Ji bo sedema ewlehî ez nikarim reqema rast bidim, lê qismekî wan li bakurê Mûsilê li Bendava Mûsilê hatin bicihkirin û qismekî din jî tevlî operasyonê bûye. Hetanî çend rojan em ê bi artêşa Iraqê re dest bi operasyoneke mezin bikin."

    HÊZÊN IRAQÊ WÊ BAJÊR BITERIKÎNIN

    Nûceyfî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha Tirkiye tu piştgiriyê nade me lê heke bi ku bi koalîsyonê re li hev bike dikare alîkariya topvanî bide me û pêwistiya me bi vê jî heye. Piştî ku Mûsilê hate rizgarkirin wê artêşa Iraqê û hêzên polês bajêr biterikînin û ewlehiya bajêr têkeve destê Hêza Mûcahidên Nînovayê."

    MÛSILÎ NIKARIN LI KURDISTANÊ BIJÎN

    Waliyê berê yê Mûsilê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Gelek emîrên DAIŞê reviyan Sûriyeyê, lê milîtan li cihê xwe mane û şer bi dijwarî berdewam e. Li Mûsilê tu şerekî mezhebî wê çênebe, lê dibe li Telafer û Sincarê ev tişt bibe. Heke mûsilî bajêr biterikînin cihekî ku lê bijîn tuneye tenê dikarin derbasî Tirkiyeyê bibin. Pir zahmet e ku bikaribin li nava axa Herêma Kurdistanê bijîn, ji ber ku hejmara şêniyên Mûsilê nêzî 2 milyonan e. Tirkiye di rojên xweş û nexweş de piştgiriya Iraqê kir em dixwazin Tirkiye di operasyonê de cih bigire, ji ber ku ev hem ji bo Mûsilê û hem jî ji bo Iraqê pir baş e."

    Bi heman mijarî:

    Waliyê Mûsilê yê berê: ‘Hê gelek tiştên ku em ji DAIŞê fêr bibin hene'
    Waliyê berê yê Mûsilê: ‘Îran dixwaze bi ser Mûsil re bigihêje Sûriyayê’
    Waliyê Mûsilê: ‘PKK dilxwaz e beşdarî rizgarkirina Mûsilê bibe'
    Waliyê Mûsilê: Hêza Tirkiyeyê Mûsil dagir kiriye
    Dadgeha Mûsilê ji bo waliyê berê yê Mûsilê biryara girtinê derxist
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Hêza Mûcahidên Nînovayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Waliyê bajarê Mûsilê yê berê, Esil Nuceyfî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de