22:30 23 Tebax 2017
Zindî
    Vîtaliy Çurkîn

    Çurkîn: El Nûsra ji Helebê dernekeve wê rastî encamên tund bê

    © AFP 2017/ DON EMMERT
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Nûnerê Taybet yê NYyê yê Rûsyayê Vîtaliy Çurkîn diyar kir ku ger El Nûsra ji Helebê dernekeve wê rastî encamên tund bê.

    Navenda nûçeyan — Çurkîn di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku wan duh navber dane agirbesta Sûriyeyê û bang li Konseya Ewlehiya YEyê kir da ku ew belavoka derbarê jihevcudakirina dijber û teroristan de bipejirînin.

    ‘DIVÊ DEWLETÊN BITÊSÎR HEWLDANÊN ZÊDETIR BIKIN'

    Çurkîn di dewamiya axaftina xwe de got hewldanên dewletên bitêsîr wê bibe sedema jihevcudakirina terorîstan û dijberên nerme. Lewma jî divê ew zêdetir hewl bidin. Çurkin destnîşan kir ku gelek aliyên li Sûriyeyê li gel terorîstan şer dikin û divê dev ji vê yekê berdin.
    Divê hemû aliyên li Sûriyeyê xwe ji terorîstan dûr bixin û agirbesteke rastîn ragihînin. Çurkîn amaje kir ku wan peymana derbarê agirbestê de amade kirine û hêvî dikin ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ve bên pejirandin.
    Ji aliye din ve Çurkîn diyar kir ku ger milîtanên El Nûsrayê ji Helebê derkevin dê bi encameke tund re rû bi rû bimînin.

    Etîketan:
    encamên tund, heleb, daiş, el nûsra, Vîtaliy Çurkîn, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de