16:40 23 Tebax 2017
Zindî
    Reva sivîlan ji Mûsilê - koçber, penaber,

    DAIŞê li Mûsilê 200 sivîl desteser kirin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Piştî ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir, sivîlên li wî bajarî dijîn dest bi revê kir. DAIŞê jî bi tohmeta êrîşkirina li ser rêxistinê 200 kes destser kirin.

    Recep Tayyip Erdogan
    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Navenda Nûçeyan —Berdevkê PDKê li Mûsilê Seîd Memûzînî ragihand ku sivîlên li navçeya Hemam Elîl ya başûrê Mûsilê êrîşî li dijî DAIŞê pêk aniye.

    Memûzînî derbarê wê êrîşê de wiha axivî: "Me zanî ku piştî bûyerê, milîtanên DAIŞê çûn cihê bûyerê û 200 kesên gumanbar ên pêwendiya wan bi bûyerê re heye girtin."

    "BERPIRSYARÊ LEŞKERÎ ABID DAWÛD FEHÎM HAT KUŞTIN"

    Herwiha rayedarê kurd diyar kir ku du fermandarên payebilind ên DAIŞê di operasyonan de hatine kuştin û wiha got: " Berpirsyarê leşkerî yê DAIŞê Abid Dawûd Fehîm û Berpirsyarê çoltera Mûsilê Ehmed Xetîb Omer hatine kuştin". Memûzînî ragihand ku DAIŞê gelek teqemenî li parêzgariya Mûsilê teqandine."

    Heşdî Şebî
    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Serpelê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Nînewayê Emîn Ezeydî ragihand ku balafirên Hêzên Hevpeymanê êrîşek li xaleke rojavayê bajarî pêk aniye û di encamê de 13 DAIŞî hatine kuştin.

    KOÇBERIYA BI GIRSEYÎ DEST PÊ KIR

    Ji aliyê din ve, piştî ku operasyona Mûsilê ya ku mêj ve dihat plankirin û roja duşemê dest pê kir, koçberiya girseyî ji Mûsilê dest pê kir.

    Li gorî raportên Neteweyên Yekbûyî heta niha 900 sivîlî ji rojavayê Mûsilê çûne nava axa Sûriyeyê. Hat ragihandin ku ew kes dê li kampa penaberan a li Sûriyeyê hatiye damezirandin dê werin bicihkirin.

    Koçberekî ku bi Russia Todayê re axivî, derbarê çawaniya reva xwe ji bajarî de wiha dibêje: "Em hemû bi dizîka ji Mûsilê reviyan. Em 13 kes bûn û ji bo revê me pere dan. Em li cihên cuda dijiyan lê me karî ku ji bajarî birevin.  Me 63 bankont dan û ev jî dike 6200 dolar. Şukir ji xwedê re, em gihiştin vê derê. Ji ber hawanên DAIŞê jineke birîndar bi me re ye. Ha va hûn dibînin, li ber çavên we ye û em dixwazin wê bibin Sûriyeyê lê kes guh li me nake".

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye wê çawa têkeve Mûsilê?
    Ji gelê Mûsilê hat xwestin ku li dijî DAIŞê serî hilde
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Pûtîn ji bo operasyona Mûsilê ji Ebadî re serkeftin xwest
    Işik: Hêzên me yên hewayî wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    ‘Pêşmerge ji bo êrîşeke nû bibe ser Mûsilê, amadekariyan dike'
    Li Mûsilê bo ‘koçberên Mûsilê' kampek tê avakirin
    Obama: Şerê Mûsilê dê zehmet û dirêj be
    Etîketan:
    penaber, koçber, DAIŞ, Iraq, Sûriye, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de