18:42 17 Tebax 2017
Zindî
    Ibrahim Kalin

    Kalin: "Ji bo DAIŞê qiyamet rabû, başe ku rabû"

    © Foto: You Tube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2801

    Berdevke Serokomariya Tirkiyeyê İbrahim Kalin ragihand ku roja yekşemê ji bo rêxistina terorîst a DAIŞê qiyamet rabû, başe ku rabû.

    Navenda Nûçeyan - Berdevke Serokomariya Tirkiyeyê İbrahim Kalin ragihand ku roja yekşemê ji bo rêxistina terorîst a DAIŞê qiyamet rabû, başe ku rabû. Li gorî baweriya DAIŞê ji dest derketina navçeya Dabiqê alamete rabûna qiyametê ye.

    TEKOŞÎNA ME LI HEMBERÎ DAIŞÊ WÊ BIDOME

    İbrahim Kalin di axaftina xwe ya konferansa Komeleya Demokrasî û Jinan (KADER) a Zanîngeha Zanistên Tendirustî de got: "Roja yekşemê ji bo rêxistina terorîst a DAIŞê qiyamet rabû û başbû ku rabû. Wan digot heke navçeya Dabiqê ji destê rêxistinê derkeve wê qiyamet rabe. Dabiq ji destê wan hate deranîn, lê çi qiyamet jî çênebû. Ji îro û vir de jî dê tekoşîna me li hemberî vê rêxistinê berdewam bike."

    Kalin di dirêjiya axaftina xwe de got: "Yekemîn welatê endamê NATOye ku li hemberî 3 rêxistina tekoşînê dide Tirkiyeye. Gelek caran vê rastiyê nabînin û hinek ji wan dşixwazin vê veşêrin. Le bêyî ku em guh bidin gotinên wan em ê li ser rêya xwe berdewam bin."

    Bi heman mijarî:

    Kalin, ji bo Erdogan Ebadî hişyar kir
    Kalin: Tekane alternatîf herêma ewlehiyê ye
    Kalin: "Erdogan bi Pûtîn û Obama re dîsa mijara Helebê axivî"
    Kalin: Me Rûsya û DYA agahdar kir
    Kalin: Armanca Tirkiyeyê ew e ku hemû sînor ji YPGê paqij bike
    Etîketan:
    Kontrolkirina bajarokê Dabiqê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Berdevke Serokomariya Tirkiyeyê, İbrahim Kalin, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de