09:58 18 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Me û Amerîkayê li hev kir

    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2301

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku wan û Amerîkayê li hev kiriye ku unsurên me yên hewayî beşdarî operasyona Mûsilê bibin û wiha got: "Birayên min ên sunî û turkmen li wir in. Em nikarin rabin û têgihiştineke nû ya mezhebî li wir deynin. Ne neyarên şîîyan im lê ev şirove ye. Lê dijî mezhebperestiyê me."

    Navenda Nûçeyan -Erdogan li Kulliyeta Serokkomariyê civîna xwe ya 28emîn li gel muxtaran li dar xist û rojev nirxand.

    Operasyona rizgarkirin a Mûsilê ji destê DAIŞê
    © AP Photo/ Bram Janssen
    Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê operasyona Mûsilê de wiha axivî: "Ew kesên nahêlin Tirkiye tev li operasyona Mûsilê bibin, heman kes in ên ku ji Tirkiyeyê aciz bûne ji ber lîstik li Sûriyeyê dihat lîstin xera kir. Dixwazin Tirkiye li cihê xwe rûnê û temaşe bike bê çi diqewime û dûre berdela wî tiştî çi be ji, bide".

    "HEY BIRÊVEBERIYA IRAQÊ! BIFIKIRE BERÎ…"

    Erdogan axiftina xwe wiha dewam kir: "Hey birêveberiya Iraqê! Ma ne Tirkiye ye ya ku bi vekirina deriyê xwe ji 300 hezar penaberan re tu rehet kiriyî? Ti kesî din ev tişt nekir lê me kir. Ji ber vê berî tu dev biavêje Tirkiyeyê, divê tu bifikirî. Ne pêkan e tu dostekî wiha bibînî, eger tu vî dostî biêşînî, tu yê wenda bikî. Em ê him li qadê bin û him li ser maseyê bin.

    Ahmet Turk
    © Foto: Şaredariya Qiziltepe
    "ME Û AMERÎKAYÊ LI HEV KIR"

    Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê ku ew ê kêşeya Mûsilê li Mûsilê çareser bikin û wiha got: "Eger em Mûsilê bikin qurbana mezhebperestiyê, ew Kêşe dê were ber deriyê me".

    Erdogan teqez kir ku wan û Amerîkayê li ser beşdarbûna balafirên wan di operasyona Mûsilê de li hev kiriye û wiha got: "Em ji bo Sûriyeyê çawa tevgeriyabin, em ê ji bo Mûsilê jî wiha tevbigerin. Birayên min ên sunî û turkmen li wir in. Em nikarin rabin û têgihiştineke nû ya mezhebî li wir deynin. Ne neyarên şîîyan im lê ev şirove ye. Lê dijî mezhebperestiyê me. Li kû pêwîstî hebe ku em têbikoşin, em ê têbikoşin. Me û Amerîkayê li ser beşdarbûna unsurên me yên hewayî li hev kir."

    Bi heman mijarî:

    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Dîroka operasyonên rizgar kirina Mûsil û Reqqayê eşkere bû
    Ezîz Weysî: Mûsil berî ereban bajarê kurdan e
    MÛSIL - PKK wê bi 2 hezar şervanên xwe beşdarê operasyonê bibe'
    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    Mûsil - Serhildan û operasyon! 60 kuştî 11 binçavkirin
    Etîketan:
    operasyona Mûsilê, Sûriye, Mûsil, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de