18:37 17 Tebax 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    "Îran dixwaze Tileferê kontrol bike"

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Hêzeke şîî ku Îran ew perwerde kirine diyar kiriye ku ew ê di operasyona Mûsilê de piştgiriyê bidin Artêşa Iraqê. Herwiha berpirsyarekî iraqî diyar kiriye ku Îran dixwaze bi rêya Heşdî Şeibî bajarê Tileferê kontrol bike ta ku tev li operasyona Mûsilê bibe û bandorê li şerê Sûriyeyê bike.

    Navenda Nûçeyan —Reutersê ragihand ku Heşdî Şeibî ku komeke çekdar e û ji aliyê Îranê ve hatiye perwerdekirin dê piştgiriyê bide Artêşa Iraqê ya ku ber bi Tileferê ve diçe. Tilefera navborî  bajarek e ku 55 kîlometreyan li rojavayê Mûsilê dikeve.

    Ji aliyê din ve, kontrolkirina Tileferê dê rêya di navbera Iraq û Sûriyeyê de bibire û dê rêya revê bo Sûriyeyê li ber DAIŞê bigire.

    Herwiha berpirsyarekî iraqî ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin gotiye: "Îran û Heşdî Şeibî dixwazin Tileferê kontrol bikin ji ber giringiya wê ji bo şîiyan û ji bo ku wê bi kar bînin ta ku tev li operasyona Mûsilê bibin. Herwiha ji bo bandorê li şerê Sûriyeyê bikin."

    HEŞDÎ ŞEIBÎ

    Rêxistina Heşdî Şeibî sala 2014an hat damezirandin ta ku alîkariyê hêzên hikûmeta Iraqê bike li dijî DAIŞa ku hewl dide ber bi parêzgehên bakurî û rojavayî de biçin.  Rêxistina Efûya Navdewletî roja seşemê raportek derbarê Heşdî Şeibî de belav kir û tê de ragihand ku komên wan tawanên li dijî mafên mirovan pêk anîne ku hinek ji wan tawanên şerî ne."

     

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: ‘Mûsil di herêma kurdan de ye'
    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Dîroka operasyonên rizgar kirina Mûsil û Reqqayê eşkere bû
    Çavuşoglu: Operasyonên Mûsil û Reqqayê pir girîng in
    Ezîz Weysî: Mûsil berî ereban bajarê kurdan e
    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    Etîketan:
    Pêşmerge, Artêşa Iraqê, Heşdî Şeibî, Til-Efer, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de