20:28 16 Tebax 2017
Zindî
    Bulent Tufenkçi

    Tufenkçi: "Hevdîtinên Pûtîn û Erdogan pir girîng in"

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçi di axaftina xwe bal kişand ser hevdîtinên Pûtîn û Erdogan û ragihand di demeke kin de 3 caran hatin cem, ev hevdîtinên wan pir girîng in.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçi di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de bal kişand ser hevdîtinên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û ragihand di demeke kin de 3 caran hatin cem hev, ev hevdîtinên wan pir girîng in.

    HERDU SEROKAN ÎNÎSIYATÎF HILGIRT

    Bulent Tufenkçi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya şirîkekî Tirkiyeyê pir girîng e. Di çarçoveya rêzgirtin û fêdeya beramberî hevde her diçe têkiliyên me bi pêş dikevin. Li heremê Tirkiye û Rûsya du şirîkê hev girîng in. Piştî 24ê Mijdarê têkiliyên me hinekî sekinin, lê bi înîsiyatîfa herdu serokan aştî çêbû. Di demeke nêz de herdu serok 3 caran hevdîtin pêk anîn. Her wiha telefona Pûtîn a 15ê Tîrmehê ku li Erdogan geriya têkilî baştir kirin."

    DIVÊ EM DI QADÊN DIN DE JÎ TÊKILIYÊN XWE XURT BIKIN

    Tufenkçi di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em bawerin ku têkiliyên tirk û rûsî dê bigihîjin asta berê û jê baştir jî bibe. Ne tenê di warê enerjiyê de divê em di qadên din de jî hevkariyan bikin. Wekî mînak em dikarin di tendirustî û turîzmê de jî bo welatên sêyemîn hevkariyê xurt bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tufenkçi: "Hecma bazirganiya Tirkiye û Rûsyayê 100 milyar dolar e"
    Lavrov: "Rûsya, Tirkiye, Amerîka û Siûdî roja şemiyê ji bo Sûriyeyê dicivin"
    'Nêzîkbûna Rûsya û Tirkiye bingeha çareseriya şerê Sûriyeyê ava dike'
    Peskov: Rûsya û Tirkiye bo li Sûriyeyê diyalog pêk bê hewldaneke siyasî didin
    Rûsya û Tirkiye fonek hevpar ava dikin
    Etîketan:
    Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Wezîrê Gumrik û Bazirganî yê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Bulent Tufenkçi, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de