02:09 21 Tebax 2017
Zindî
    Îraq-Heşda Şeibî

    ‘Serokê tirkmenan: Dema DAIŞ kete Iraqê Erdogan li ku bû?'

    © AFP 2017/ Mohammed Sawaf
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Serokê tirkmenên Kerkukê û fermandarê milîsên Heşda Şebî Ebu Mustafa İmami derbarê operasyona Mûsilê û helwesta Tirkiyê de got: "Dema ku DAIŞ kete Iraqê, Erdogan li ku bu?"

    Navenda Nûçeyan — Ebu Mustafa İmami wiha axivî: "Em parçeyek ji gelê tirk in. Lê bi hikûmetê re pirsgirêkên me hene. DAIŞ dema kete Iraqê Erdogan li ku bû? Ne ev hikûmet bû, dema DAIŞ kete bajarê Telaferê yê hejmara wê 500 hezar bû, dema gundên tirkmenan bidest xist, vê hikûmetê tenê daxuyaniyeke şermezariyê jî neda. Wê demê li ku bûn? Çima ewqasî sekinîn? Ew kesên il Telaferê hatin qetilkirin ne tirkmen bûn?"

    İmami diyar kir ku êdî hêza tirkmenan heye û ew ê hemû Iraqê biparêz in û wiha berdewam kir: "Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Me wê demê ji hemû cîranên xwe alîkarî xwest. Me ji bo hemû cîhanê feryada alîkariyê şand. Ew kesên wê rojê agir netefand, îro dema ku dibinin Iraqî wî agirî ditefînin, ma wê Tirkiye niha xwedî li me derkeve? Bi rastî jî wê ew tirkmenan biparêzin? Ev ne parastina bira ye."

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye wê çawa têkeve Mûsilê?
    Ji gelê Mûsilê hat xwestin ku li dijî DAIŞê serî hilde
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Pûtîn ji bo operasyona Mûsilê ji Ebadî re serkeftin xwest
    Işik: Hêzên me yên hewayî wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    ‘Pêşmerge ji bo êrîşeke nû bibe ser Mûsilê, amadekariyan dike'
    Etîketan:
    tirkmen, Hikûmeta Tirkiyê, DAIŞ, Heşda Şebî, Ebu Mustafa İmami, Tirkiye, Iraq, Telafer, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de