00:55 19 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞ sivîlan wek mertala zindî bi kar tîne

    © REUTERS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 83 0 0

    Di vê navbera ku hêzên pêşmerge û Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona Mûsilê de ber bi bajarî ve diçin, çavkaniyên ji nava bajarê Mûsilê ragihand ku DAIŞ sivîlan wek mertala zindî bi kar tîne.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyên sivîl ji nava bajarê Mûsilê ragihand ku DAIŞ nahêle niştîcihên Mûsilê ji bajarî derkevin û bi zorê wan dixe avahiyên ku DAIŞê bi kar dianîn.

    Ahmet Turk
    © Foto: Şaredariya Qiziltepe
    Ji aliyê din ve, Berdevkê Pentagonê Jeff Davis ji rojnamevanan re got, baş tê zanîn ku DAIŞ sivîlan wek mertala zindî bi kar tîne û wiha pê de çû: "Vî tiştî berî çend hefteyan dest pê kir ku me dît bê çawa(DAIŞ) bi zorê sivîlan digire û nahêle biçin û bên ta ku wan zeft bikin. Ew bê viyana xwe hatine girtin."

    "DAIŞ BI DEH HEZARAN KESAN DIKE MERTALA ZINDÎ"

    Herwiha Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê diyar kir ku DAIŞ bi deh hezaran kesan wek mertala zindî bi kar tîne ta ku keleha xwe ya dawî li Iraqê biparêze.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ragihand ku korîdor hatine dabînkirin ji bo sivîlên dixwazin ji bajarî derkevin û peywira hevpeymanê ye ku nehêle DAIŞ bireve Sûriyeyê.

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye wê çawa têkeve Mûsilê?
    Ji gelê Mûsilê hat xwestin ku li dijî DAIŞê serî hilde
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Pûtîn ji bo operasyona Mûsilê ji Ebadî re serkeftin xwest
    Işik: Hêzên me yên hewayî wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    ‘Pêşmerge ji bo êrîşeke nû bibe ser Mûsilê, amadekariyan dike'
    Etîketan:
    operasyona Mûsilê, DAIŞ, Heyder Ebadî, Jeff Davis, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de