11:10 23 Tebax 2017
Zindî
    Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan

    Karayilan: 'Birêz Barzanî xwest em Pêşmerge derbasî Şengalê bikin, me alîkarî da'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 100530

    Rêveberê PKKê Murat Karayilan diyar kir ku dema DAIŞê êrîş bir ser Şengalê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî daxwaza şandina Pêşmergeyan li wan kiriye û ew jî bûne alîkar da ku 200 Pêşmerge derbasî Şengalê bibin.

    Navenda Nûçeyan — Rêveberê PKKê Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona Kurdsat Newsê de derbarê nîqaşên hebûna endamên PKKê ên li Şengalê de hin nirxandin kir. Karayilan diyar kir ku PKK ji bo berjewendiyên gelê Şengalê û tevahiya gelê Başûr li wir e û nirxandinên heyî weke ‘bi armanca siyasî hatine dayîn' dinirxîne.

    Karayilan di vê mijarê de behsa bûyerekê dike ku di dema êrîşa DAIŞê ya li ser Şengalê pêk hatiye. Murat Karayilan wiha got: "Dema ku ferman li Şengalê derket hêzên me çûn mudaxele ki. Xetereyek mezin da ber çav, çû ket Şengalê. Piştî wê 4-5 rojan birêz Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo me silav şandin, yekem car pirsyar kirin, gotin hêzên we li Şengalê heye yan nîne? Me jî bersîv da û got hêzên me hene."

    'ME XWEST FERMANDARIYEKE HEVBEŞ AVA BIKIN'

    Karayilan dibêje piştî wê careke din ji wan re peyam şandine û gotine ew dixwazin hêzeke Pêşmerge li gel endamên PKKê bicî bikin. Daxuyaniya Karayilan wiha berdewam dike: "Eger hûn derfet di vî alî de ji bo me ava bikin wê baş bibe. Min bi xwe derfet da avakirin. 200 Pêşmerge di Deriyê Sêmalka re şand Rojava. Piştî 2-3 rojan gihandin çiyayê Şengalê li gel hevalan. Heta xelkê wir bertek nîşan da, hevalên me ew girtin gel xwe, parastin, ketin navberê. Eger niyetên me yên cuda hebûya me wê demê destûr nedida ku Pêşmerge bihata Şengalê."

    Karayilan dibêje ku wan xwestiye hêza YNKê ya li wir jî beşdar bikin û fermandariyeke hevbeş ava bikin û ew bi giştî siyaseta netewî dimeşînin.

    Bi heman mijarî:

    Murat Karayilan: ‘Dê edî ew kes neyên efûkirin'
    Karayilan: Beriya niha gelek eşîr û gund ji ber şaşîtiyên me û nezaniya xwe bûn cerdevan
    Murat Karayilan: Em ne motacê şaredariyan in
    Karayilan: DAIŞ êdî bi hêsanî dikare biçe Ewropayê
    Karayilan: Divê hêzên kurd bi fermandariyeke hevbeş beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    Etîketan:
    êzîdî, Televîzyona Kurdsat News, pêşmerge, PKK, DAIŞ, YNK, Mesud Barzanî, Murat Karayilan, Mesrur Barzanî, Deriyê Sêmalka, Herêma Kurdistanê, Şengal, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de