20:37 16 Tebax 2017
Zindî
    esad

    Esad: "Rizgarkirina gelê Helebê ji terorîstan wezîfeya me ye"

    © REUTERS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ji bo ku em xelkê herêmê ji grûbên terorîst biparêzin divê em wan ji temamê Helebê derînin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ji bo ku em xelkê herêmê ji grûbên terorîst biparêzin divê em wan ji temamê Helebê derînin. Parastina sivîlên herêmê wezîfeya yekemîn a hikûmeta Sûriyeyê ye.

    Beşar Esad di hevpeyvîna xwe ya televîzyona SRF a swêdî de got: "Destûra Bingehîn a Sûriyeyê jî ev erk daye me û divê em xelkê Helebê ji terorîstan biparêzin û temamê grûbên terorîst ji herêmê derxînin."

    Esad di berdewamiya hevpeyvîna xwe de li hemberî pirsa ‘dema ku herêm di bin kontrola terorîstan de be hûnê çawa sivîlan biparêzin? bersivand û got: "Grûbên terorîst sivîlan dikujin û wê herêmê kontrol dikin. Ma gelo rola me jî em li kêlekekê rûnin û li wan temaşe bikin? Ev rastiyeke ku pêwistiya wê bi delîlan tuneye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Esad: Hat pêşniyarkirin ku ez birevim lê ez ê qet neçim
    Esad: " Bêhna şerê cihanê yê sêyemîn tê"
    Esad: Di şerê li dijî DAIŞê de me alîkariya çekan da kurdan
    Peskov ji Londonê re got: Hûn ê bi terorê re an bi Esad re têbikoşin?
    Esad: Em hêvî dikin ku Rûsya Tirkiyê qanih bike
    Etîketan:
    Şerê Helebê yê hikûmet û terorîstan, Grûbên Terorîst, Serokê Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de