20:36 16 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê dest bi îmhakirinê kir!

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 334 0 0

    Terorîstên DAIŞê li Mûsilê dest bi îmhakirinê kir û avahiya nû ya Parêzgariya Mûsilê ruxand.

    Navenda Nûçeyan — Berpirsyarê Medyayê yê PDKê yê Mûsilê Seîd Memûzînî ragihand ku DAIŞê îro li DAIŞê avahiya nû ya parêzgariya ya li taxa Feyseliyê û avahiya berê ya parêzgeriya bi awayekî beşî teqandin.

    Herwiha Memûzînî got: "DAIŞî kolan tijî dafikên bombeyî kirine ta ku êrîşan li dijî pêşmerge û leşkerên Iraqê pêk bînin gava ku têkevin bajarî."

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê termê Ehmed Hetab yê ku wek "parezgarê DAIŞê yê başûrê Mûsilê" tê nasîn û yê berpirsyarê leşkerî yê payebilind ê DAIŞê Dawid Fehed gihiştin navenda Mûsilê".

    Piştî operasyona Mûsilê ya ku berî sê rojan dest pê kir, piraniya niştîcihên Mûsilê ji malên xwe dernakevin. Memûzînî wiha dibêje:"Bazar vala ye, dikan girtî ne û DAIŞê hişyarî daye dikandaran ku dikanên xwe vekin yana ew ê dest deynin ser dikanan".

    "GELEK DAIŞIYÊN BIYANÎ REVIYANE"

    Herwiha rayedarê PDKyî diyar dike ku berî operasyona Mûsilê dest pê bike, DAIŞê malbatên xwe şandine Sûriyeyê û gelek endamên DAIŞê yên biyanî jî bi dizîka reviyane.

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê berî sê rojan dest pê kir û pêşmergeyan bi vegirtina 9 gundan, qonaxa yekem a operasyonê temam kir.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: DAIŞ ji bo ku Mûsilê wenda neke, dibe ku serî li rêbazên derexlaqî bide
    DAIŞ li Belçîkayê teqtîk guherand
    Heşdî Şabî: "Ji bo me DAIŞ û Artêşa Tirk wekî hev in"
    KCK: 'Tirkiye û DAIŞ dijminên Rojava ne'
    'Piştî kontrolkirina Dabiqê, DAIŞ wê têk biçe'
    DAIŞ ji bo hinek welatan, amûra bidestxistina puanan e
    Etîketan:
    Operasyona Mûsilê, DAIŞ, Dawid Fehed, Ehmed Hetab, Seîd Memûzînî, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de