00:51 19 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Balik

    Nasnameya DAIŞiyê ku li derdora Anitkabirê kefş dikir eşkere bû

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Nasnameya endamê DAIŞê ku li Eryamana Enqereyê di operasyonekê de hat kuştin eşkere bû. Endamê DAIŞê sala 1992an li Amedê hatiye dinyayê Ahmet Balik e.

    Navenda Nûçeyan — Nasnameya endamê DAIŞê ku li Eryamana Enqereyê di operasyonekê de hat kuştin eşkere bû. Endamê DAIŞê sala 1992an li Amedê hatiye dinyayê Ahmet Balik e.

    Walîtiya Enqereyê, wêneyê terorîstê endamê DAIŞê ku li derdora Anitkabir û parlamentoyê kefş dikir bi çapemeniyê re parve kirin.

    ​Li Enqereyê di operasyoneke li hemberî terorîstan de ku dê êrişeke xwekujî ya terorîstî pêk bîne hatibû kuştin û Waliyê Enqereyê Ercan Topaca jî di daxuyaniya xwe de gotibû şikber li derdora Anitkabir û parlamentoyê kefş dikir û dixwest di pîrozbahiyên 29ê Cotmehê û 10ê Mijdarê de êrişeke xwekujî pêk bîne.

    Walîtiya Enqereyê di daxuyaniya de got: "Îro berê sibehê seet li derdora 03.00an li taxa Eryaman a navçeya Etimesguta Enqereyê di avahiyekê de endamekî rêxistina terorîst ê DAIŞê di operasyonê de bi kuştî hat bidestxistin. Li gorî tespîtan endamê DAIŞê Ahmet Balikê di sala 1992an de li bajarê Amedê hatiye dinyayê."

     

     

     

    Agahî tên….

    Bi heman mijarî:

    Peşmerge li Şingalê DAIŞ dorpêç kir
    IOM: Dibe ku DAIŞ êrişeke kimyewî pêk bîne
    DAIŞ milîtanên naxwazin şer bikin dikuje û emîrên wê direvin
    Amerîka: DAIŞ ji bo ku Mûsilê wenda neke, dibe ku serî li rêbazên derexlaqî bide
    DAIŞ li Belçîkayê teqtîk guherand
    Etîketan:
    Metirsiya êrişa xwekujî li hemberî Anitkabirê, Waliyê Enqereyê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ercan Topaca, Ahmet Balik, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de