09:43 18 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge li gundekî Mûsilê, 29ê Gulanê 2016.

    Samerayî: Li Iraqê ti dostên Tirkiyeyê nemane

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Şêwirmendê leşkerî yê Iraqê Wefîq Samerayî diyar kir ku ew beşdarbûna operasyona Mûsilê ya Tirkiyeyê qebûl nakin û Tirkiye di siyaseta xwe ya Iraqê de cara duyem bin ket.

    Operasyona rizgarkirin a Mûsilê ji destê DAIŞê
    © AP Photo/ Bram Janssen
    Navenda nûçeyan — Operasyona rizgarkirina Mûsilê du roj berê dest pê kir lê bêyî Tirkiyeyê. Tirkiye hêj hewl dide ku beşdarî operasyonê bibe û ji ber vê yekê leşkerên xwe yên li kampa leşkerî ya Başîqayê venakşîne.
    Derbarê van hewldanên Tirkiyê û destpêkirina operasyona Mûsilê Şêwirmendê  Leşkerî yê Iraqê Wefîq Samerayî  di axaftina xwe ya Rojnewsê de  got li Iraqê ti dostên tirkan nemane û ji ber wê Tirkiye li Iraqê cara duyem di siyaseta xwe de şikestinek mezin dijî.

    Wefîq Samerayî destnîşan kir ku ger Erdogan bi vî awayi siyasetê bike wê çarenûsa wî weke ya Sedam Husên be. Tirkiye dixwaze tevlî opersyonê bibin, lê Iraq xwedî serwerî û hêzên taybet ya xwe heye, her wiha plana ji bo kontrolkirina Mûsilê baş hatiye amadekirin û baş pêşde ji diçe.

    Samerayî dibêje heta dawî ji ew rê nadin ku leşkerên tirk beşdarî kontrolkirina Mûsilê bibin.

    Derbarê civîna li Bexda ji Wefîq Samerayî wiha got: "Bê encambûna serdana cîgirê Wezîrê Karên Derve ya Tirkiye  ya li gel Bexda desthilatdarên Enqere gelek bêzarkiriye."

    Bi heman mijarî:

    Ji gelê Mûsilê hat xwestin ku li dijî DAIŞê serî hilde
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Işik: Hêzên me yên hewayî wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    ‘Pêşmerge ji bo êrîşeke nû bibe ser Mûsilê, amadekariyan dike'
    Li Mûsilê bo ‘koçberên Mûsilê' kampek tê avakirin
    Etîketan:
    şer, leşkerên tirk, daiş, Wefîq Samerayî, mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de