08:02 24 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: " Bila CNN kesên ku li Helebê hatine kuştin bike nûçe"

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku em li benda Amerîkayê ne kesên ku li Helebê hatine kuştin şermezar bike.

    Navenda Nûçeyan - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku em li benda Amerîkayê ne kesên ku bi bombebarana valafira Belçikayê li çoltera Helebê hatine kuştin şermezar bike. Bila CNN jî vê bike nûçe.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama êrişeke hewayî ya li navçeya Hassadjeka Helebê 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya wezaretê êrişa bombebaranî ji terefê balafirên F-16 ên Belçikayê ve pêk hat.

    CNN, DIKARE WÊNEYÊN KESÊN KUŞTÎ PEYDE BIKE

    Herwiha Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî ev êrişa ku bû sebebê kuştina sivîlan şermezar kir û di hisabê xwe yê facebooke de ragihand ku em li benda Amerîkayê ne ku vê êrişa ser sivîlên mahsum şermezar bike.
    Zaxarova di berdewamiya peyama xwe de got: "CNN, ji bo kesên kuştî dikare kampanyayeke di rê de bide destpêkirin û dê bikaribe wêneyên kesên kuştî bi hêsanî peyde bike."

    CNN, LI SÛRIYEYÊ LI PEY KARESATAN E

    Amanpour, di êrişa ku zarokê sûriyeyî Umran birîndar bibû de îdîa kiribû ku Rûsyayê ew êriş pêk aniye. Ji aliyê din ve Zaxarovayê jî got: "CNN, li Sûriyeyê li pey karesatan e, hemû bûyeran nake nûçe û nûçeyan ji xwe re hildibijê re."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: "Em ê çalakiyên nedostane yên li dijî Rûsyayê bê bersiv nehêlin.
    Zaxarova: Fetih El-Şam rêxistineke terorê ye û hew
    Zaxarova: “Em êrişa Balyozxaneya Rûsyayê bi tehdîdên Amerîkayê ve girêdidin”
    Zaxarova: "Kerry, ji bo Sûriyeyê tiştê ji destê wî hat kir lê bi ser neket"
    Zaxarova henekê xwe bi Wezîrê Îngilîstanê Boris Johnson kir
    Etîketan:
    Êrişa balafira Belçikayê li ser xelkê sivîl ê Helebê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de