21:40 19 Tebax 2017
Zindî
    cerdevan

    Li Amedê li dijî cerdevanan çalakî: 2 kuştî û 3 birîndar

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 252 0 0

    Hat ragihandin ku li ser rêya bejahiya Licê û Pasûrê li dijî cerdevanên ku ji operasyonê vedigeriyan çalakiyeke êrişî pêk hat, di êrişê de 2 cerdevan hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

    Amed - Hat ragihandin ku li ser rêya bejahiya navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê li dijî cerdevanên ku ji operasyonê vedigeriyan çalakiyeke êrişî pêk hat, li gorî zanyariyên pêşî di êrişê de 2 cerdevan hatin kuştin û 2 cerdevan jî birîndar bûn.

    Li ser rêya bejahiya navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê li dijî wesayîta cerdevanên ku ji operasyonê vedigeriyan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 2 cerdevan hatin kuştin û 2 cerdevan jî birîndar bûn. Wesayîta rastî êrişî hat ket asta xûrdebûnê û piştî buyerê gelek polîs, ambulans û ekîbên agirkujiyê sewqî cihê buyerê hatin kirin.

    Cerdevanên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Amedê û li herêmê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê qedexeya derketina derve ya 14 hereman rabû
    Li 15 gundên Amedê qedexeya derketina derve
    Li Amedê bombeyên bideng hatin avêtin
    DBPyî û HDPyiyan li hemberî desteserkirinan li Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
    Li Amedê Hevseroken DBP û HDPê jî di nav de 55 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Cerdevanek hat kuştin û 3 heb jî birîndar bûn, Li Amedê şer û pevçûn, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de