09:04 17 Tebax 2017
Zindî
    Sûriye

    Seroka Parlamentoya Sûrîyeyê: "Em Kirimê wek perçeyeke jêveneqetîn a Rûsyayê nas dikin"

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 69510

    Seroka Parlamentoya Sûrîyeyê Hedîye Ebbas di hevpeyvîna ajansa Sputnikê re ragihand, ku Komara Ereb a Sûrîyeyê, encamên referandûma roja 16ê Adara sala 2014`yan ya bi Federasyona Rûsyayê re tevlibûna Komara Otonom a Kirimê nas dike.

    Navenda Nûçeyan — Hedîye Ebbasê got: "Li Kirimê ew yek pêk hat, objekta behsa mijarê beşeke Yekitîya Sovyetê bû. Ji ber geşedanên piştî belavbûna Yekitîya Sovyetê û dema piştî wê, ew objekt di encamê referandûma bi îradeya azad a gelê Kirimê vegerîya koka xwe, ku di encamê de rasterast bandor li berjewendîyên niştecîyên nîvgiravê kir. Wan biryar da ku bi welatê xwe re bibin yek. Tiştê ku pêk hatî ew e! Em Kirimê wek perçeyeke jêveneqetîn ê Rûsyayê nas dikin. Peywendîyên di navbera Sûrîye û Rûsyayê de peywendîyên stratejîk û xwedî perspektîv in. Û êm ê xebatê bikin ku bi hikûmeta Rûsyayê re peywendîyan di hemû waran de pêş ve bibin: sîyasî, aborî, civakî û heta di warê konsolosî de jî, eger pêwendîyên bi wî awayî (konsolosî) defetê bidin li komarên Federasyona Rûsyayê kar bikin."

    Roja 30ê Îlonê salvegera destpêkirina operasyona Hêzên Hewayî-Fezayî yên Rûsyayê yên li dijî terorîzmê ya li Sûrîyeyê bû. Ew operasyon û serkeftinên piştî destpêkirina wê hatinî bidestxistin, nîşan da ku terorîzma navneteweyî tenê bi hewldanên hevpar ve dikare bête têkbirin. Hûn pozîsyona Rûsyayê ya çareserîya krîza Sûrîyeyê û dabînkirina aştîya li welêt çawa dinirxînin?

    EM HERDEM BI DOSTANIYA RÛSYAYÊ BAWER BÛN

    Me her tim bawer dikir û dizanî ku Rûsya wê bi me re be, piştevanîya me bike û pozîsyona bi berjewendîyên xwe yên neteweyî û berjewendîyên Sûrîyeyê yên neteweyî re guncav hilbijire. Peywendîyên me di maweya bi dehan salan de gihaştin vê astê û bi berdewamî wê pêş ve biçin. Rûsya her tim li alîyê mazlûmên di bin gefên êrişan de disekine û ew yek jî nîşan dide ku otorîteya Rûsyayê di qada navneteweyî de nikare di bin gumanê de bimîne û berjewendîyên Rûsyayê nikarin bêne piştguhkirin. Em di hemî pirsan de ji Rûsyayê bawer in, em dibînin ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê birêz Lavrov berjewendîyên Sûrîyeyê wek berjwendîyên welatê xwe diparêze. Serokê Rûsyayê Sûrîyeyê wisa diparêze heşku parastina welatê xwe dike. Dostanî û birtaîya me bi xwîna parêzvanên me yên li hola lehengîyê ketinî ve hatîye morkirin. Elbet, têkilîyên me nikarin bi rengeke din bin. Armanc û enîya me li hember wê belayê yek e, ya li tewahîya mirovahîyê gefan dixwe.

    Hikûmeta Rûsyayê gelek caran tekez kir ku çareseriya krîza Sûriyeyê tenê bi îradeya gelê Sûrîyeyê pêkan e û tenê gelê Sûrîyeyê dikare çarenûsa xwe kifş bike. Wek hûn jî dizanin, di sala 2014an de em bûne şahidê wê yekê, dema gelên li deverên cuda jîyan dikirin derfet bi dest xistin ku çarenûsa xwe kifş bikin. Li Kirimê referandûma tevlibûna Federasyona Rûsyayê hate lidarxistin. Sûrîye di encamê referandûma li nîvgiravê hatî lidarxistin de bi Rûsyayê ve yekbûna Kirimê çawa dinirxîne?

    KIRIM VEGERIYA SER KOKA XWE

    Li Kirimê ew yek pêk hat: objekta behsa mijarê beşeke Yekitîya Sovyetê bû. Ji ber geşedanên piştî belavbûna Yekitîya Sovyetê û dema piştî wê, ew objekt di encamê referandûma bi îradeya azad a gelê Kirimê vegerîya koka xwe, ku di encamê de rasterast bandor li berjewendîyên niştecîyên nîvgiravê kir. Wan biryar da ku bi welatê xwe re bibin yek. Tiştê ku pêk hatî ew e! Em Kirimê wek perçeyeke jêveneqetîn ê Rûsyayê nas dikin. Peywendîyên di navbera Sûrîye û Rûsyayê de peywendîyên stratejîk û xwedî perspektîv in. Û êm ê xebatê bikin ku bi hikûmeta Rûsyayê re peywendîyan di hemû waran de pêş ve bibin: sîyasî, aborî, civakî û heta di warê konsolosî de jî, eger pêwendîyên bi wî awayî (konsolosî) defetê bidin li komarên Federasyona Rûsyayê kar bikin.

    Di wan demên dawîyê de li Sûrîyeyê gelek herêmên ketinî destê rêxistinên terorîst ji wan têne rizgarkirin û derbazî di bin kontola hêzên cuda yên kurdên Sûrîyeyê dibin. Ji alîyê kurdan ve li gelek deveran rêvebirîyên herêmî têne avakirin. Kanton de facto hebûna xwe berdewam dikin û `Federasyona Bakûrê Sûrîye û Rojavayê` hatîye îlankirin. Kurdên Sûrîyeyê gelek caran ragihandin ku li dijî perçebûna dewleta Sûrîyeyê ne û her weha destnîşan dikin ku mafê otonomîyê ya kurdan gereke bi fermî bête naskirin. Desthilata Sûrîyeyê tevgerên kurdan çawa dinirxîne?

    PROBLEMA ME BI WELATIYÊN ME KURD RE TUNEYE

    Problema me bi welatîyên me yên kurd re tune ye. Kurd jî wek hemû welatîyên me yên din beşeke gelê Sûrîyeyê ne. Tiştên niha diqewimin, encamê berjewendîyên şexsî yên çend lîderên herêmên Sûrîyeyê yên di bin kontrola kurdan de ne. Çalakîyên wan rasterast bi talîmatên DYA û çend dewletên din ên herêmê ve girêdayî ne. Helwesta me ya neguher ew e, ku em tu caran ji tu kesan re destûrê nadin ku welatê me li ser xeta etnîkî û olî perçe bikin. Em bihosteke axa Sûrîyeyê jî nadin tu kesî. Sûrîye berê jî û niha jî dewleteke yekpare ye û wê wisa jî bimîne. Piranîya kurdan piştgirîyê nadine fikra veqetîna ji Sûrîyeyê. Em ê her tiştî bikin ku kurd jî di nav de, mafên hemû welatîyên me bêne parastin. Di parlamentoya nû de kurd bi awayeke berfireh têne temsîlkirin û ji 10an zêdetir paralamenterên wan hene. Kurd wek berê niha jî bi awayeke çalak di xebatên hemû organên dewletê de beşdarî dikin û ew trend wê hêj bi hêztir jî bibe. Careke din destnîşan dikim ku kurdan her tim ji bo yekitî û yekpareyîya Sûrîyeyê tekoşîn kirine û problema niha jî problema armanc û azwerîyên şexsî yên çend lîderên sîyasî yên kurdan e.

    Li Tirkiyeya cînarê Sûrîyeyê gelek caran îdayên wiha têne bihîstîn ku desthilata Sûrîyeyê mafên kêmneteweyan, bi taybet jî yên tirkmenan binpê dikin. Tirkiye bi taybet jî bi wan îdayan bi awayeke çalak di krîza Sûrîyeyê de destêwerdanîyê dike û piştgirîya hêzên li dijî hikûmeta Sûrîyeyê dike. Rewşa resen a tirkmenên Sûrîyeyê çawa ye?

    HIKÛMETA TIRKIYEYÊ PROPAGANDAYÊ DIKE

    Hemû daxuyanîyên Tirkiyeyê yên derbarê sîyaseta hikûmet û artêşa Sûrîyeyê ya çewisandina tirkmenan derew in. Tirkmen jî beşeke jêveneqetîn a gelê Sûrîyeyê ne. Tiştên ku hikûmeta Tirkiyeyê dibêje, propaganda û beşeke ji şerê înformasyonî ye ya hikûmeta Tirkiyeyê li hember hikûmeta Sûrîyeyê dimeşîne. Elbet ew yek ne bêy beşdarîya DYA û çend dewletên din ên herêmê pêk tê, ku hewl didin bi heman daxuyanîyan û tawanbarkirina hikûmet û artêşa welêt, Sûrîyeyê li ber çavên civaka navneteweyî bêîtîbar bikin. Hikûmeta Sûrîyeyê berê jî û niha jî tirkmenan wek welatîyên din ên Sûrîyeyê dihesibîne û berê jî û niha jî me tu carî sîyaseta dîskrîmînasyonê li hember komên olî û etnîkî ne meşandîye û nameşînin. Tirkmen jî wek hemû nûnerên din ên gelê me yê pirnetewe û pirmezhebî di hemû strûktûrên dewlet û rêvebirinê de xwedî mafê weke hev in.

    Bi heman mijarî:

    Washîngton Post: "Amerîka, planên êrişa hikumeta Sûriyeyê dike"
    Hikumeta Sûriyeyê ji bo serjimêriyê rêvebiriya Rojava hişyar kir
    Rûsya: Hikumeta Sûriyeyê li gorî agirbestê tevdigere
    Hikumeta Sûriyeyê operasyona Cerablûsê şermezar kir
    Hikumeta Rûsyayê bi Sûriyeyê peymana operasyonê erê kir
    Etîketan:
    Têkiliyên Rûsya û Sûriyeyê, Seroka Parlamentoya Sûriyeyê, Hedîye Ebbas, şam, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de