11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Operasyona rizgarkirin a Mûsilê ji destê DAIŞê

    Tirkiye wê çawa têkeve Mûsilê?

    © AP Photo/ Bram Janssen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3901

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim got li Washingtonê di hevdîtinên Serfermandarên Tirkiye û Amerîkayê de hat qebûl kirin ku Tirkiye wê bi hêzên xwe yên hewayî beşdarî operasyona Mûsilê bibe.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya nivîskarê Hurriyetê Deniz Zeyrek Tirkiye wê ji bo peywirên hevpeymana di operasyona Mûsilê de balafirên şer peyda bikin.

    Fermandariya operasyonê ya li Kuweytê wê jetên Tirkiyeyê jî tevlê operasyonê bike. Jetên Tirkiyeyê wê di wan operasyonên rîska wan a zayîata sivîlan hene de cih negirin û wê rojê herî kêm 2 herî zêde jî 10 caran bifirin.

    Di çarçoveya peymanê de balafirên hevpeymanê yên li Încîrlikê jî wê ji bo operasyona Mûsilê werin bikar anîn û baregeha hewayî ya li Amedê jî wê ji bo operasyona hewayî ya Mûsilê bibe navenda ragihandin, lêgerîn û rizgarkirinê.

    Tirkiye ji bo operasyonê wê di mijara Navgînên Hewayî yên Bemirov (NHB) de ne xwediyê ru rolê be.

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim duh di civîna koma AKPê de daxuyandibû ku Tirkiye bi hêzên xwe yên hewayî beşdarî operasyona Mûsilê bûye.Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fikri Işik jî diyar kiribû ku Tirkiye wê beşdarî operasyonê bibe û gotibû "me bi hêzên hevpeymanê re li hevdu kir, ku hêzên me yên hewayî wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Yildirim daxuyaniya Mûsilê: "Em bi rêya hewayê tevlî operasyonê bûn"
    Işik: Hêzên me yên hewayî wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Pûtîn ji bo operasyona Mûsilê ji Ebadî re serkeftin xwest
    Obama: Şerê Mûsilê dê zehmet û dirêj be
    Ji bo civîna Mûsilê ya li Fransayê Tirkiye jî hat vexwendin
    Etîketan:
    ketin, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Iraqê, Fikri Işik, Binali Yildirim, Deniz Zeyrek, Baregeha Încîrlîkê, Amed, Amerîka, Kuweyt, Tirkiye, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de