21:42 19 Tebax 2017
Zindî
    Gazze'deki Hamas'ın silahlı kanadı İzzeddin Kassam Tugayları

    Hamas: Gava ku em hemû rastiyan ragihînin hemû cîhan wê matmayî bimîne

    © AP Photo/ Khalil Hamra, File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Baskê çekdar ê Hamasê Lîwayên Îzettîn El Qassam daxuyand ku ew ê ji bo rizgarkirina Filîstiniyên girtî yên di girtîgehên Îsraîlê de ‘hemû rastiyan' ragihînin.

    Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya Lîwayên Îzettîn El Qassam de hat gotin "gava ku em di demeke guncaw de ji bo azadkirina dîlan hemû rastiyan daxuyinîn wê hemû cîhan, gelê me û dîlên me matmayî bimînin."

    Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku Îsraîl ji teqeskirineke nû ya dîlan direve û hat gotin "Îsraîl bi bangewaziyê sixte gelê xwe dixapîne. Ev rev wê tu sûdê nede Îsraîlê û dem wê hîç ne li aliyê wê." Her wiha di daxuyaniyê hi bo girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de jî hat gotin "Îsraîl teqez wê berdêlê bide û hemû Filîstin wê kêfxweş bibe."

    Di navbera Hamas û Îsraîlê de bi peymana guherandinê ya 18ê Cotmeha 2011a di sala 2006a de li hemberî leşkerê Îsraîlê yê bi navê Gilad Şalit hezar û 27 Filîstînî serbest hatibû berdan.

    Bi heman mijarî:

    Dibe Haniye bibe Serokê Hamasê yê nû
    Îsraîl: Me li hin baregehên Hamasê yên li Xezzeyê dan
    Rayedarên Hamasê bertek nîşanê peymana Tirkiya-Îsraîlê dan: Biryara Tirkiyayê ye
    Çavûşoglû: Bêyî Hamasê aşitiya mayînde ne pêkan e
    Etîketan:
    ragihandin, rastî, bûn, matmayî, hemû cîhan, Hamas, Liwayên Îzzetîn El Qassam, Îsraîl, Filîstîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de