02:16 24 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Heşdî Şeibî: Artêşa Iraqê, leşkerên tirk ên Başîqayê dorpêç kirin

    © AFP 2017/ Ahmad al-Rubaye
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 759 0 0

    Berdevkê Yekîtiya Hêzên Gelî yên Xwebexş(Heşdî Şeibî) Yûsif El-Kelabî ji Ajansa Nûçeyan a Îranê Tesnîmê re axivî û got ku leşkerên tirk ên li Başîqayê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatine dorpêçkirin û girêdana wan bi Mûsilê re hatiye birîn.

    Navenda Nûçeyan —El-Kelabî wiha axivî: "Hêzên Artêşa Iraqê îro bi awayekî lezgîn ber bi Başîqayê ve çûn û kontrol xist destê xwe û derdora leşkergeha leşkerên tirk lê ne dorpêç kir. Hêzên Artêşa Iraqê derfet ji leşkerên tirk re nehişt ku bikare yek çalakiyê bike û eger leşkerên tirk bizav bikin ku yek tiştî bikin, Artêşa Iraqê plan dike ku wan bike armanc".

    Herwiha berdevkê Heşdî Şeibî teqez kir ku ji armancên Artêşa Iraqê ew e ku bi awayekî fîîlî nehêlin leşkerên Tirkiyeyê beşdarî operasyona Mûsilê bibin.

    MILÎTANÊN DAIŞÊ YÊN LI MÛSILÊ DIREVIN REQQA Û TIRKIYEYÊ

    Ji aliyê din ve, Kelabî diyar kir ku Artêşa Iraqê di operasyona Mûsilê de zû bi pêş de diçe û gelek destkevtî bi dest xistine û tehdeyeke mezin li DAIŞê kiriye ku milîtanên wê neçar dimînin birevib Reqqa û Tirkiyeyê.

    "ÇAVUŞOGLU Û HEYETEK DÊ BIÇIN BEXDAYÊ"

    Kelabî got ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê mevlut Çavuşoglu û heyetek dê wbiçin erin Bexdayê ta ku vê mijarê gotûbêj bikin. Çavuşoglu ragihandibû ku heyetek ji Bexdayê dê dawiya hefteyê were Tirkiyeyê ta ku mijara Mûsilê biaxivin.

    Herwiha duh heyetek ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ji bo çareserkirina aloziya Başîqayê çareser bike, duh çûbû Bexdayê. Şêwirmendê Wezareta Devre ya Tirkiyeyê Umit Yalçin serokatiya heyetê dikir.

    Bi heman mijarî:

    Serekê Şîayan: Em nahêlin ku Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe
    ‘Tirkiye nikare di operasyona rizgarkirina Mûsilê de daxwazên xwe lêferz bike'
    Fermandarekî Pêşmerge: Nayê xwestin ku Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire
    Ebadî: Em nahêlin Tirkiye xeyala xwe ya Mûsilê bi cih bîne
    Iraq: Tirkiye leşkerên xwe yên Mûsilê venekişandiye
    Etîketan:
    Têkiliyên Tirkiye û Iraqê, Umit Yalçin, Mevlut Çavuşoglu, Başîqa, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de