02:44 26 Nîsan 2018
    DAIŞ

    MITê li hemberî êrîşa DAIŞê hişyarî ji bo 5 bajaran da

    © AP Photo /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyê, li ser agahdarkirina Rêxistina Istixbaratê ya Tirkiyê emniyetên 81 bajarên Tirkiyê, li hemberî êrîşên DAIŞê hişyar kir. Di nava wan de Stenbol, Dîlok, Enqere, Antalya û İzmir derdikevin pêş.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina İstixbarata Milî ya Tirkiyê (MIT) li hemberî êrîşa DAIŞê ji Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyê re hişyarî şand. Emniyetê li ser vê rewşê ji bo emniyetên 81 bajaran nivîsek nivîsand ku ji bo li hemberî êrîşan bi baldar bin. Nivîs bi awayekî ‘Lezgîn' û du 12ê Cotmehê de hatiye şandin û tê diyarkirin ku bajarên herî bi xetere Stenbol, Dîlok, Enqere, Antalya û İzmir in.

    Dîsa hatiye destnîşankirin ku tünel a Avrasyayê ya têpayîn di dawiya sala 2016an de bê vekirin jî di nava hedefên DAIŞê de xuya dikin. Emniyetê diyar kiriye ku DAIŞ dibe li hemberî rawestgehên metro, otobus, wesayitên deryayî, ser pira, otogar û balafirxaneyan êrîşan li dar bixe. Li gorî istixbarata ku hatiye bidestxistin ji bo wê jî DAIŞ plan dike cilêt, kêr, teqemenî û çekên din bixe van deran û teqînan çêbike.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞiyê ku li Dîlokê xwe teqand, bersûcê êrîşa Gar a Enqereyê derket
    Waliyê Dîlokê: "Xwekuj ji bo ji cîranan re nebe pirsgirêk xwe teqand"
    Li Dîlokê emîrê DAIŞê yê ku fermana çalakiyên xwekujî dida hat kuştin
    Li Dîlokê teqînek din pêk çêbû
    Li Dîlokê berpirsiyarê malên hucreyê yên DAIŞê hate kuştin
    HAT NÛKIRIN - Li Dîlokê DAIŞiyan xwe teqandin: 3 polêsan jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    hişyarî, êrîş, Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyê, MIT, DAIŞ, Antalya, İzmir, Enqere, Stenbol, Dîlok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de