11:53 27 Nîsan 2018
    Operasyona Cerablusê

    Artêşa Azad li Sûriyê 5 gund ji DAIŞê stand

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Artêşa Azad a ku bi piştevaniya Tirkiyê dest bi operasyona bajarê Babê yê li bakurê Helebê dikeve kir, ket bajarê Dabiqê ku ji hêla olî ji bo DAIŞê girîng e. Artêşa Azad herwiha 5 gund ji DAIŞê stand.

    Hikmet Durgun

    Kilîs — Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) daye, di çarçoveya operasyona ‘Mertalê Feratê' ya ji hêla Tirkiyê ve hatiye destpêkirin de, Artêşa Azad li başûr, rojhilat û rojavayê bajarê Raiyê peşve diçin.

    ASAYÊ NAVGÎNÊN BOMBEKIRÎ YÊN DAIŞE TUNE KIR

    Balafirên Tirkiye û yên hevpeymana li dijî DAIŞê li bajarokê Dabiqê û derdora wê çeperên rêxisitina terorê bombebaran kirin û 2 navgînên DAIŞên yên bombekirî hatin tunekirin. Di vê navberê de yekîneyên topavêjên tirk ji bejayê de obus avêtin çeperên DAIŞê û rêxistina terorê jî bi topên hawanê bersiv da leşkerên tirk û ASAyê.

    8 DAIŞÎ U 5 ASAYİ MIRIN

    ASAyê bi 600 çekdaran û bi piştevaniya Tirkiyê ji bo bajarokê Dabiqê yê li bakurê Raiyê dikeve bistîne dest bi operasyonê kir û bi piştevaniya artêşa tirk ketin bajorakê. Li rojhilatê bajêr şerekî gûr diqewime û heta niha 8 DAIŞî û 5 ASAyî mirine.

    XEBATA DERXISTINA MAYINAN TEN KIRIN

    ASAyê bi piştevaniya artêşa tirk gundên Aziziyê, İrşaf, Geylaniyê û Feytanê yên li başûr û rojhilatê Dabiqê bidest xistiye û dest bi rakirina mayinan kiriye.

    Di vê navberê de yek ji fermandarên Feylak'uş Şamê Haci Tahir Şêx Veys li herêma Raiyê pêl mayinê kir ku ji hêla DAIŞê ve hatibû bicîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Reuters: Operasyona Dabiqê ya dijberên Tirkiye piştgiriya wan dike dest pê kir
    'Piştî kontrolkirina Dabiqê, DAIŞ wê têk biçe'
    Mûxalifên sûriyeyî dixwazin di nava 48 saetan de bigihîjin navçeya Dabiqê
    Etîketan:
    operasyon, Feylak'uş Şam, Artêşa tirk, Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), DAIŞ, Haci Tahir Şêx Veys, Raî, Dabiq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de