11:56 27 Nîsan 2018
    ŞER-PEVÇÛN-KURD-PDK-Î-PÊŞMERGE

    PKKê li 5 parêzgehan êrîş kir: 4 leşker hatin kuştin

    © Foto : twitter-PDK-Î
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    PKKê duh li Wan, Bidlîs, Semsûr, Colemêrg û Mêrdînê êrîşî leşkerên Artêşa Tirkiyeyê kir û di êrîşên Mêrdîn û Colemêrgê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

    Navenda Nûçeyan - Duh hat ragihandin ku PKKê li ser rêya navbera Mêrdîn û Amedê, li nêzîkî Sultan Şêxmûsê di dema derbasbûna navgîneke leşkerî, bombeyeke li qeraxa rê bicihkirî teqand. Li gorî agahiyên destpêkê, 3 leşker hatine kuştin û yên birîndar jî hatine rakirin bo nexweşxaneyan.

    WAN

    Li navçeya Elbakê ya Wanê, li herêma Albayrakê, PKKê di dema derbasbûna navgîneke leşkerî de teqand û di encamê de 2 jê giran 8 leşker birîndar bûn.

    COLEMÊRG

    Herwiha êrişeke wek wê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî çêbû. Li herêma gundê Tekeliyê dîsa navgîna leşkerî bû armanc û di encamê de 4 leşker birîndar bûn. Yek ji leşkeran li gel hemÛ destwerdanên bijîşkî, gava dihat rakirin bo nexweşxaneyê mir.

    SEMSÛR

    Li bajarokê Komûrê yê Semsûrê  şer di navbera PKKê û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê de derket û di encamê de leşkerk birîndar bû û hat rakirin nexweşxaneyê.

    BIDLÎS

    Herwiha êrîşek li navçeya Tetwanê ya Bidlîsê çêbû. Li çoltera Anadereyê şer derket û di encamê de pisporekî çawûş birîndar bû. Hat zanîn ku rewşa wî çawûşî baş e û leşkeran li herêmê operasyon da destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Geverê êriş
    DAIŞê li Ezazê bi wesayeta bombebarkirî êriş pêk anî: 30 mirî û 28 birîndar
    Li Bedlîsê li dijî benda kontrolê ya polêsan êriş hate kirin
    Li dijî leşkeran êriş: 15 kuştî û 40 birîndar!
    Wan - Li dijî zarokistanê êriş
    NÛÇEYEKE XEMBAR - DAIŞê bi çekên kîmyawî êriş kir: 200 kurd birîndar bûn
    Etîketan:
    kuştî, şer, Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Semsûr, Bidlîs, Şemzînan, Colemêrg, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de