13:45 18 Kanûn 2017
Zindî
    heleb-şer-avahî

    'Piştî rizgarbûna Helebê 3 senaryo li bende terorîstan e'

    © REUTERS/ Hosam Katan/File photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Abdulmecît Zavarî yê Midurê Navenda Lêkolîn a Têkiliyên Navneteweyî ku navenda wê li Tehranê ye, parast ku artêşa Sûriyeyê El Nûsrayê bi tevahî ji Helebê derxîne jî, ger ku hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê bi Şamê re nexebite, ne pêkan e ku rêxistina terorê bi temamî were îmha kirin.

    Navenda Nûçeyan — Zavarî yê ku ji bo Sputnikê anî ziman ku Heleb ji ber girîngiya xwe ya jeostratejîk ji bo hemû aliyên li Sûriyeyê girîng e û got "Heleb ji aliyekî di navbera bakur, rojhilatê bakur û rojavaybakur de ji aliyê din jî li Sûriyeya navîn peywira pirê bicih tîne."

    Pisporê Îranî dest nîşan kir ku ger Amerîka ji bo têkoşîna li hemberî terorê bi Rûsya û Şamê re hevkariyê neke, terorîzma li Sûrieyyê xelas nabe û got piştî rizgarbûna Helebê 3 senaryo li bende terorîstan e. Zavarî wiha behsa van her 3 senaryoyan kir:

    "Terorîstên ku wê qismekî hêza xwe biparêzin, dibe ku hêza xwe ya heyî zêde bikin û êrîşê Erebîstana Siûdî bikin. Tê zanîn ku El Qaîde piştgiriya vê planê dike. Wê gavê wê ji bo welatên Rojava û cihana Şîa metirsiyeke fîzîkî çê bibe."

    'WÊ DI NAVA RÊXISTINÊN TERORÊ DE GUHERTIN PÊK WERE'

    Li gorî Zavarî senaryoya 2yem jî ew e ku DAIŞ, Fetih El Şam (bi navê xwe yê berê El Nûsra) û El Qaîde dibe ku endamên xwe hîn zêde bikin û veguherin rêxistinên hîn tundrew. Zavarî da zanîn ku welatên Rojava wê ji bo kontrolkirina van rêxistinan gelekî têkevin zehmetiyê û derbirî ku berjewendiyên Amerîka û hevkarên wê yên li herêmê wê rastî metirsiyeke pir cidî were.

    'DIBE KU DI NAVA RÊXISTINÊN TERORÊ DE KAOS PEYDA BIBE'

    Pisporê Îranî Zavarî ji bo senaryoya 3yem jî diyar kir ku rêxistinên ku piştî rizgarbûna Helebê hêza xwe wenda bikin, dibe ku têkevin qirika hevdu û ev ê jî li herêmê bibe sedema kaosê. Zavarî anî ziman ku ger ev senaryoya pêk were Sûriyeyê jî bibe wek Efxanîstanê.

    Bi heman mijarî:

    Piştî ixbara bombeyê, balafirgeheke Rûsyayê hat valakirin
    Sererkaniya rûsî: "Rojavayî, Rûsyayê bi bombebarana bêhedefî sûcdar dikin"
    Zaxarova: "Em ê çalakiyên nedostane yên li dijî Rûsyayê bê bersiv nehêlin.
    Rûsya: Mijara Lozanê, agirbesta Sûriyeyê ye
    Pûtîn: Berpirsê rewşa li Sûriyeyê Amerîka û hevkarên wê ne
    Etîketan:
    bendebûn, rizgarbûn, piştî, senaryo, terorîst, Midurê Navenda Lêkolîn a Têkiliyên Navneteweyî ku navenda wê li Tehranê, Abdulmecît Zavarî, şam, Sûriye, Heleb, Amerîka, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de