15:48 25 Gulan 2018
DAIŞ

Serokekî Heşda Eşîran: Fabrîqeya "çekên kîmyawî" ya DAIŞê heye

© Foto : K24
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Heşda Eşîrên Hêtê şêx Neîm Ki'ûd îro ji Spûtnîkê re ragihand ku wan dest daniye ser febrîqeyeke çekên kîmyawî ya DAIŞê, Cezîret El-Hêt a li rojavayê Bexdayê ji destê DAIŞê rizgar kiriye û 100 terorîstên DAIŞê kuştin.

Bexda —Kiûûd ku yek ji şêxên mezin ê eşîra Bûnimirî ye ku li dijî DAIŞê şer dike, ragihand ku hêzên iraqî li herêma Hêtê bêtirî 3 fabrîqeyên taybet ji bo çêkirina bombeyan li gel embarên çekan dîtine.

Herwiha şêx ereb diyar kir, di nav wan fabrîqeyan de fabrîqeyeke tekûz û arastî heye ku madeyên klor û madeyên din ên jehrî li wan tê hilberandin.

Ji aliyê din ve, Kiûûd derbarê encamên şerê li Navçeya Hêtê de jî axivî û diyar kir, bêtirî 100 endamên DAIŞê hatine kuştin û yên mayî jî ber bi deverên rojavayî yên di bin destê DAIŞê de reviyane.

Şêxê ereb di berdewamiya daxuyaniya xwe ji Spûtnîkê re teqez kir ku hêzên iraqî Cezîret El-Hêtê bi temamî kontrol kiriye û niha teqemenî û bombeyan paqij dike.

Herwiha berî niha hêzên iraqî fabrîqeyên çekên kîmyawî li Enbarê û navenda wê Remadiyê jî dîtibûn ku ev tişt teqez dike, DAIŞ wan di çêkirina moşek û bombeyan de bi kar tîne.

 

Bi heman mijarî:

"DAIŞ dê çekên kîmyawî bi kar bîne"
“Terorîstan bi çekên kîmyawî êrîşî Artêşa Sûriyeyê kir”
Terorîstan dîsa bi çekên Kîmyawî êrîşî Şêxmeqsûdê kir
DAIŞê çekên kîmyawî li dijî pêşmergeyan bi kar anîn
Neteweyên Yekbûyî: Em li îdiayên bikaranîna çekên kîmyawî vedikolin
Tirkiye û Erebistan Siûdî çekên kîmyawî çêdikin
Etîketan:
çekên kîmyawi, klor, DAIŞ, Neîm Kiûûd, Hêt, Remadî, Enbar, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de